40 rêxistinan ji bo xwedî derketina li Rojava û Şengalê bang kirin

Bi dehan rêxistin û saziyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bang li gelan kirin ku xwedî li berxwedana li Şengalê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê derkevin

Rojnews ragihand ku daxwuyanî bi mohra nêzî 40 rêxistinan hatiye weşandin û têde bang li gelên cîhanê, alîgirên demokrasî û azadiyê hate kirin.

Di daxwuyaniyê de wiha tê gotin; “Wekî tê zanîn şerê ku herêm têde ye, bû sedema êş û azaran ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê şerekî giran rû da. Di encama wê de bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran şênî koçber bûn. Li herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bi armanca guhertina demografîk û qirkirina plankirî ya çand, dîrok û cihên pîroz di herêmê de rojane bûyerên revandin, tecawiz û kuştinê pêk tên. Gelê me yê êzidî li Şengalê di sedsala 21`emîn de rastî jenosîdê hat, bi hezaran jin hatin firotin û hîna jî çarenûsa bi sedan jinan ne diyar e. Li herêmên Suryan û Asûran jî ku hatin hedefgirtin, bi dehan gund hatin valakirin.”

Di berdewamiya daxwuyaniyê de vana hate ser ziman; “Gelên herêmê ji bo parastina xwe û tevahiya cîhanê, her wiha ji bo parastina nirxên azadî, demokrasî, wekhevî û adaletê, bi pêşengiya jin û ciwanan şerekî birûmet meşand û bi rêya modela Rêveberiya Xweser hemû pêkhate bi çand, ol û baweriyên cuda karibûn bibin mînakek ji bo tevahiya gelên azadîxwaz û şoreşger.”

Daxwuyanî bi van gotinan hate bidawî kirin; “Îro careke din gefên dewleta Tirk li dijî Şengal û heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin. Heta dawiyê ji bo parastina nirxên mirovahiyê bi pêşengiya jin û ciwanan em ê têkoşîna xwe li beramberî dagirkerî, faşîzm û mêtingeriyê bilind bikin.”

Saziyên ku daxuyanî daye ev in:

KONFEDERASYONA GAZIYÊN ŞER

TEVGERA CIWANÊN ŞOREŞGER

TEVGERA JINÊN CIWAN

KONGREYA ÎSLAMA DEMOKRATÎK

ZANÎNGEHÊN ROJAVA

HÊZÊN PARASTINA CEWHERÎ-HPC

HÊZÊN PARASTINA CEWHERÎ-JIN (HPC-JIN)

TEVGERA ÇAND Û HUNERÊ- TEV-ÇAND

TEVGERA KEVANA ZÊRÎN

HEYVA SOR A KURD

KOMELEYA MAFÊN MIROVAN A CIZÎRÊ

RÊXISTINA MAFÊN MIROVAN A EFRÎN-SÛRIYÊ

RÊXISTINA SARA

WEQFA JINA AZAD A SÛRIYÊ

KOMELEYA MAYA

JINWAR

NAVENDA LÊKOLÎN Û PARASTINA MAFÊN JINAN

YEKITIYA RAGIHANDINA AZAD

YEKITIYA PARÊZERAN A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

YEKITIYA KEDKARAN

YEKITIYA BIJÎŞKAN A HERÊMA CIZÎRÊ

YEKITIYA ENDEZYARAN A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

YEKITIYA ESNAFAN-HERÊMA CIZÎRÊ

YEKITIYA MAMOSTEYAN A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

YEKITIYA ODEYÊN BAZIRGANIYÊ YA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

YEKITIYA PEYMANKARAN A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

YEKITIYA ODEYA PÎŞEZASAN A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

YEKITIYA DERMANXANEYAN A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

YEKITIYA AJOKARAN LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

YEKITIYA REWŞENBÎRAN A CIZÎRÊ

INSIYATÎFA PARASTIN A HIQÛQÎ

MALA ÊZIDIYAN

YEKÎTIYA ÊZIDIYAN A EFRÎNÊ

YEKITIYA ENDEZYARAN A CIZÎRÊ

RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL-REQAYÊ

RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL A MINBIC Û GUNDEWARÊN WÊ

TEVGERA AZADIYA JINÊN ÊZIDÎ

TEVNA ALÎKARIYA JINÊN ÊZIDÎ

RÊXISTINA ZAROKÊN ŞENGALÊ YA MIROVÎ

Show More
Back to top button