Berxwedana xelkê me 2 meh pey xwe hişt

Çalakiya xelkê me ya bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja xwe ya 61’an de berdewam dike

Welatiyên me di çerçoveya li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca pişgirîdayîna Asayişa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane.

Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin rojane bi serdanen xelkê me berdewam dike.

Dûh jî komek ji çand hunera şengalê serdana konê berxwedanê kir û şahiyek ji çalakvanan re pêşxist.

Ji Rêveberê Çand û Hunera Şengalê Hesen Şengalî ji rojnews re axivî û got: “Divê tevahî Êzidî li konê rûmet û berxwedanê xwedî derkeve. Ji ber ku ev kon hebûna me diparêze. Dewleta Tirkiye ji ewlebûna Şengalê çi dixwaze. Ji xwe hemû fermanê hatine serê Êzidiyan bi destê Osmaniyan hatine. Em ê li hemberî hemû êrişekê hîn zêdetir berxwedan mizin bikin.”

Endama Meclîsa Şengalê Fehîme Silêman jî bal kişa ser gefên Erdogan û wiha pêde çu; “Heta ku ciwanek bi rûmet û dayîkên me hebin, em ê li hemberî gef û êrişên Erdogan a li ser Şengalê serî netewînin. Em ê qebûl nekin yek hêz destdirêjî li ser îrada Êzidxanê bikin.”

Endamên Çand û Hunerê ya Çiyayê Şengalê dûh bi stranên xwe piştgirî dan çalakiyê.

Show More
Back to top button