Ciwanên Tirkmen ên tevlî konferansa ciwanên Êzidî bûn: Em ji bo têkoşîna hevpar li virin

Ciwanên Tirkmen ên Telaferê ku beşdarî konferansa Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê bûn, peyama têkoşîna hevpar a dijî şer, êriş û dijmihaniya dewleta Tirk dan û diyar kirin, ji bo têkoşîneke hevpar a mil bi milê xwişk û birayên Êzidî beşdarê konferansê bûne.

Îro li Digurê ya Şengalê konferansa 3’emîn ya Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê birêve diçe. Konferans bi dirûşmeya ‘Ji bo azadiya Rêber APO cenga Azadiyê bi ser bixin, Xweseriya Şengalê Mîsoger bikin’ tê lidarxistin.

Ji derveyî ciwanên Êzidî ji neteweyên din yên Mûsil û Şengalê yên Ereb û Tirkmen jî beşdarê konferansê bûne. Ciwanên ji pêkhateya Tirkmen a Telaferê ku ji bo konferansê hatine vexwendin, peyameke kurt bi zimanê Erebî dan konferansê. Di peyamê de ev hate gotin: “Em weke ciwanên Tirkmen, konferansa ciwanên Êzidxanê di serî de li Rêber Apo, li we tevan û li tevahiya şehîdan pîroz dikin. Em bihêvîne ku ev sal bibe sala azadiya Rêber Apo û tevahiya gelên Iraq e.”

Her wiha du ciwanên Tirkmen jî têkildarî sedema beşdarbûnê ji ajansa me re axivîn.

‘Em li dijî êrişên dewleta Tirk in, ti sedemeke dijminahiyê nîne’

Ciwanê Tirkmen yê bi navê Ebdullah Xerb Mûxtar bal kişand ser girîngiya xwe rêxistinkirina ciwanên Mûsilê û wiha got: “Em ciwanên Tirkmen yên Iraqê ne. Em dixwazên êdî herêma me aram bibe, bes xelkê me ji ber êrişan koçber bibin. Her wiha dixwazin hemû koçberên me vegerin ser cih û warê xwe. Em dixwazin li ser axa me êdî dawî li zext û zordariyê were. Em hatin tevlî konferansê bibin ji bo ku bi xwişk û birayên xwe re mil bidin milê hevdû û têbikoşin. Êrişên dewleta Tirk her berdewam dikin, lê em li dijî vê yekê ne. Tu hincetên êrişên dewleta Tirk ên dijminahiyê tineye.”

‘Berê jiyaneke me ya hevpar hebû’

Ebdullah Xerb Mûxtar êrişên DAIŞ’ê jî bibîrxist û got: ‘Me dît çawa DAIŞ kete heta nava malên me, lê beriya fermanê me li vir her li gel hev jiyan dikir û jiyanek me ya hevpar hebû. Em dixwazin zordariya dijmin êdî bi dawî bibe û xwişk û biratiya gelan li hemû qadên jiyanê bi hêz be. Em jiyana azad dixwazin û dixwazin hemû cureyên êrişan bi dawî bibin.”

‘Em ê bi yekîtiya ciwanan bi hêz bibin’

Ji beşdarên Konferansa 3’emîn ya Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê, Mihemed Şab Ehmed jî diyar kir ku ew weke ciwanên Tirkmen ji bo jiyan û têkoşîna hevpar ya ciwanan tevlî konferansê bûne. Mihemed Şab Ehmed diyar kir ku wê ciwanên hemû pêkhateyan her di hemû xebatan de li gel hev bin û hevdû bi hêz bikin. Ji bo yekîtiya ciwanan tevlî konferansê bûn. Li vir jî ciwanên Tirkmen, Êzidî û Ereb li gel hev dicivin û weke di hemû xebatan de em dixwazin li vir jî yekîtiya xwe xurt bikin û jiyanek hevpar ava bikin.”

Konferans bi nirxandina xebatên ciwanan, pirsgirêk û astengiyên li pêşiya têkoşînê û pîlanên bo pêşerojê dewam dike.

ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button