Ji Desteya Rêveber a Şengalê peyama 1’ê Gulanê: Dema Xweseriya Şengalê ye

Desteya Rêveber a Şengalê bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê, peyamek weşand. Di peyamê de hate gotin ku bi sedan sale civaka Êzidî ji bo jiyanek azad û parastina axa xwe ya pîroz, kedek mezin dide, êdî dem hatiye rêz li vê kedê were girtin û Xweseriya Şengalê bipejirînin.

Bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê, Desteya Rêveber a Şengalê peyamek weşand. Desteya Rêveber a Şengalê destpêkê cejna karkeran li hemû karker û kedkaran pîrozkir û wiha hate gotin; “

“Li her çar parçeyên welat û dervey welat, gelê Kurd ji bo azadiya xwe kedek mezin dide û li hemberî dagirkeran têkoşînek bê hempa dimeşîne. Em di 1’ê Gulanê de di kesayeta gerîlayên azadî û şervanan de, bi salane ji bo parastina gelê xwe kedê didin, bi vê boneyê vê rojê li hemû kedkaran pîroz dikin.

Erdnîgariya me erdnîgariyek dewlemend û axek zêrîne, ji bo ku em bikaribin feydeyê ji vê axê bigirn û li ser jiyan bikin, bi hezaran sale em li ber xwe didin û kedê didin. Mixabin li ser vê axa me, bi salene gelek êriş û plan hatin meşandin, xwestin me ji vê axa zêrîn qut bikin, ev plan û leyîstok heya roja me ya îro dewam dike.

Em weke civaka Êzidî û gelê Şengalê, çawa ku me ji bo jiyankirina xwe ked daye, em niha jî ji bo Xweseriya şengalê û jiyanek azad di nava têkoşînê dene. Ji dema fermana 3 Tebaxê ve, ciwanên me û gelê me bi giştî kedek mezin dane. Me ji bo xwedîderketina li vê kedê bedelên giran dan. Mam Zekî, Ş. Dijwar, Berxwedan, Bêrîvan, Zerdeşt, Seîd û bi dehan pêşengên din.  Emê heya dawî li keda van cangoriyên xwe xwedî derkevin, armanca van şehîdan Şengala Xweser û azad e. Dem hatiye raya giştî ya cîhan û Iraqê jî xwseriya Şengalê bipejirîne û rêzê li keda gelê me bigre.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button