Ji fermanê xwe xilas kir, li Elmanyayê hat kuştin

Arkan yêk ji koçberên axa me ya pîroz e. Li bajarê Celle ya Elmanya dijiya. Arkan di 7’ê Nîsana 2020’an de ji hêla kesekî Elman ve hatîbu qetil kirin

Di salvegera yekemîn a qetilbûyîna wî de însiyatîfa Celle banga tevlîbûna xwepêşandaneke ji bo bîranîna Arkan kir.

Li gora anf ragihandiye Însiyatîfa “Li Gedenken an Arkan” banga beşdariya li bîranînê kiriye.

Arkan Huseyîn Xelef û malbata wî di fermana li ser civaka me ya ji hêla çeteyên DAÎŞ’ê ve di Tebaxa 2014’an de sax filitîbû. Ew di ser Tirkiye û Yewnanîstanê re penaberî Elmanyayê bûbûn û ji 2015’an ve li Saksonya Jêrîn a Elmanyayê dijîn.

Di 7’ê Nîsana 2020’an de Xelef li bajarê Celle ji hêla kesekî Elman ve hate qetilkirin. Ev kiryara hovane demek kurt piştî cînayetên nîjadperestî yên li Hanaûyê qewimîbu.

Însiyatîfê diyar kir ku li bajarê Celle, di salvegera yekemîn a qetilbûyîna Arkan de roja 7’ê Nîsanê di saet 4:30’an de li Triftpark’ê çalakiyek bîranînê tê plankirin û piştre wê xwepêşandanek were lidarxistin.

Her wiha Însiyatîfê bang kir ku ji ber rewşa heyî, ji bo bîranîna Arkan li deverên din jî çalakiyên cihêreng ên ne navendî têne kirin. Çalakî wê li ser twîtterê were kirin. Ev bang jî wiha hatiye kirin, “Em di heman demê de bang dikin ku di 7’ê Nîsanê saet 20:00’ê êvarê de bi heştega #GerechtigkeitfürArkan bahoza Twitterê bikin.”

ÇAVKANÎ: ANF

Show More
Back to top button