Şandeya me çû serdana PYD’ê

Di çarçoveya rêzeserdanên şandeya me ya bi partî û aliyên siyasî yên li bajarê Silêmaniyê, îro bi nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re civiya

Şandeya me ya ji Serokê PADÊ Ömer Salih, endama Encûmena Tevgera Jinên Êzidî Neam Kiru Sindî, endama Têkiliyên Tevgera Jinên Êzidî Seham Dexîl Reşo, endamê Encûmena Eşîrên Şengalê Mîrza Bekir Bîso û Nûnerê PADÊ Silêman Şengalî pêkhatî ev 4 roj in ku li Silêmanî bi partî û aliyê siyasî re hevdîtinan pêk tînin. Şandeyê îro serdana nûnertiya PYD’ê kir.

Îro şandeya Şengalê ji aliyê endamên Têkiliyan ya nûnertiya PYD’ê ya li Silêmanî Efaf Bîlal û Yûsif Kotî li buroya fermî ya nûnertiyê hat pêşwazîkirin.

Di derbarê naveroka vê serdanê de Efaf Bîlal ragihand: “Her du aliyên siyasî li ser têkoşîna li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk li ser heman fikrê ne.”

Bîlal bal kişande ser piştgiriya xwe ya bi rêveberiya xweser a Şengalê û wiha pêde çû: “Em her du alî me balkişande ser pêwîstiya bi piştgirîkirina gel û rêveberiya xweser a Şengalê û pêwîst e ku partiyên siyasî bi rengekî berpirsiyar nêzî vê rewşê bibin.”

Bîlal di dawiya axaftina xwede wiha got: “Çawa ku me berê wek gelê Rojavayê Kurdistanê û PYD’ê piştgiriya gelê Şengalê kiriye, bi hemanê şêweyê wê piştgiriya me bidome. Em ji civaka navdewletî û Iraqê dixwazin ku rêveberiya xweser ya Şengalê bi fermî nas bikin û wisa nêzîk bibin, ji ber ku tenê rêveberiya xweser dikare gelê Şengalê îfade bisikleti.”

ÇAVKANÎ: RÊBAZ HESEN -SILÊMANÎ-ANF

ANF Images
ANF Images
ANF Images
Show More
Back to top button