Ciwanên Êzidî: Em amadene li kêleka gerîla şerê dagirkeran bikin 

Ciwanên Êzîdî bi piştgiriya jel, li dijî hebûna baregehên Tirk ên li Başûr û êrîşên dagirkeriyê meşeke girseyî lidarxistin

Ciwanên Êzidî ev bang kirin: “Em bang li hemu jinên ciwan, ciwanên Êzidî û hemu ciwanên Kurdistanê dikin, werin em bi hevre bi rihê berxwedana Gare, bi rihê şerê gel yê şoreşgeri li gerila xwedi derkevin. Onun wiha Em wek ciwanên Êzidî amadene li kêleka gerîla şerê dagirkeran bikin.”

Yekîtiya Ciwanên Êzîdî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzîdî bi piştgiriya xelkê Şengalê li dijî dagirkeriya Tirk û hevkarên wê yên herêmî meşeke girseyî ya dirêj lidar xistin.

Di meşê de hewldanên dorpêçkirina PDK’ê ya herêmên gerîla û êrîşa hem wext a dewleta Tirk a dijî Kampa Penaberan a Mexmûrê jî tê şermezar kirin.

Meşa navendî ji Çerxe Rêya Sinûnê destpê kir, heya Baxçê Serokatî ya Geliyê Kersê dewam kir. Meşvan 8 km meşiyan û li geliyê Kersê daxuyaniya dijî dagirkeriya Tirk û hevkarên wê yên herêmî dan.

Daxuyanî li ser navê Yekitiya Ciwanên Êzidî û Yekitiya jinên ciwanên Êzidî ji aliyê Celîla Meto ve nefret xwendin. Di daxuyaniyê de wiha nefret gotin;

“Despêkê em êrîşên dewleta Tirk a dagirker u hevalbendên wê dewletên navnetewî û PDK yên li ser çiyayên me yên azad Zap, Metina û Avaşînê şermezar dikin. Dewleta tirk a dagirker di êrîşên xwe yê ser gare de bi berxwedaniya gerila re rû bi rû ma u li beramberi gerila binket. Ji ber ku ev serkeftina gerila hezim nekir niha cardin dixwaze binbikeve u weke gûrê har êrîşê zap, metina u avaşinê dike. Heman demê de destê dewletên navnetewî u PDK jî di vê êrişê de heye. Ji xwe PDK buye dûvikê Erdoğan u tevli xeta AKP-MHP bûye. Ji ber ku dewletên navnetewî jî statu u hebuna gelê Kurd ya misogerbuyî qabul u hezim nakin piştgiri didin van êrişan. Lê hemu dewlet êrişê gerila bikin jî nikarin li hemberi berxwedanî û îrada gerila serbikevin.

Em wek ciwanên Êzidî dibêjin êrişên ser gerila, êrîşên ser Rêber Apo êrişên li ser me ne jî. Di heman demê de êrişeke li ser civaka Êzidiye. Em dibêjin gel u gerila yek e, ev şerê gele jî. Stratejiya me şerê gelê şoreşgeriye. Ji bo wê em amadene li kêleka gerîla li dijî dagirkeran şer bikin û li berxwe bidin. Çawa ku gerila fermana 2014 de ji bo me bastaç xwe feda kir em jî hazirin ji bo vî fikrî û ji bo gerila canê xwe feda bikin. Em dibejin wê gerila bi rihê berxwedana Gare serbikeve û Zap, Metîna, Avaşîn ji dewleta Tirk re bike goristan. Li ser vî esasî em bang li hemu jinên ciwan u ciwanên êzidî u hemu ciwanên Kurdistanê dikin werin em bi hevre bi rihê berxwedana Gare, bi rihê şerê gel yê şoreşgeri li gerila xwedi derkevin. Rêber Apo dibêjê ‘me bi ciwantî despêkir emê bi ciwantî serbikevin’. Werin em jî bi rihê ciwantî, tevlî cenga azadiyê bibin, bi berxwedanî u tekoşîna xwe ve Kurdistanê ji dagirkeran re bi taybetî ji dewleta tirk a faşist re bikin goristan. Em dibejin wê Zap, Metîna, Avaşîn û hemû çiyayên Kurdistanê di serê artêşa Tirk de hilweşe û wê bibe cihê têkçuyîn û goristana wan.”

Show More
Back to top button