‘Em ê bi rêxistinbûnê tola jinan hilînin’

TAJÊ qetilkirina jinan ji aliyê DAIŞ'ê ve bi daxuyaniyekê şermezar kir û got ku ewê bi rêxistinbûnê tola jinan hilînin

https://www.youtube.com/watch?v=UHFo7rFmxog&feature=emb_logo

Êrîş, kuştin û revandina çeteyên DAIŞ ya jinan roj nîne neyê jiyîn. Herî dawî li Rojavayê Kurdistanê Hevseroka Bajarokê Til El Şayir a Deşîşa ya li başûrê Kantona Hesekê Seda Feysel El Hermas û Alîkara wê Hind Letîf El Xidar di 22’ê Çileyê de hatibûn revandin û qetilkirin. DAIŞ’ê berpirsyariya vê hovîtiyê jî girtîbû li ser xwe.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di derbarê kiryarên ne mirovane yên ji aliyê dewleta Tirk û DAIŞ’ê yên li ser jinan pêk anîn û di encamê de jinan jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyek da û qetilkirina wan jinên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin û qetilkirin şermezar kir.

Daxwuyanî ji aliyê  endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Niam Iyas ve hate dayin û wiha hate gotin; “Tevahî dewletên desthilatdar ji hêza jina rêxistin kirî ditirsin ji bo wê ye ku li kûderê jin  hebe li wir dibe pêşenga civaka xwe û li wir tê hedefgirtin.”

Niam Bedel wiha got: “ Îro bûyerên kû li başûrê Kûrdistan û li rojavayê Kurdistanê rû didin em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî sermezar dikin.  Di encama van êrîşan de li Til Rifet dayikek û du zarokên wê li Hesekê hevserok û cîgira wê armanc girtin. Em van kiryaran şermezar dikin. Desthilatdar li ser jin û civakê zor û nêzikatiyên dermirovî pêktînin, her wiha cardin li Şengalê gefan dixwin.  Ev tev yêkin. Ji xwe Erdogan serokê DAIŞ’ê  bi xwe ye.  Ji bo wê ji Bexda bigre heta Efrînê, ji Rojava bigre heta Şengalê, heya başûrê Kûrdistanê tev kiryarên qirêj ji aliyê dewleta Tirk ve tên meşandin.  Em cardin Qetilkirin herdû hevalên xwe yên jin Şermezar dikin. Weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) em ê her rêya wan têkoşîna wan bidomînin û emê bersiva wan bi rêxistinbûnê bidin.”

Daxwuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

Show More
Back to top button