Xwedêda: PDK’ê Şengal radestî DAIŞ’ê kir, gerîla rizgar kir 

Rêvebirê nehiya Sinûnê, Xwedêda Çûkê da zanîn ku di pêngava rizgarkirina Şengalê de PDK’ê û DAIŞ’ê car din lihev kirin û DAIŞ hin herêman bêyî şer radestî PDK’ê kir, çewa ku PDK’ê Şengal radestî DAIŞ’ê kir.  Her kes dizane gerîla, YPG û YPJ’ê di encama şerên bi mehan dewam kir de, Şengal rizgar kirin.

Li ser rizgarkirina Şengalê re 6 sal derbasbû û ev çend salin rola PDK’ê di dagirkirina Şengalê de tê nîqaşkirin. PDK’ê, Şengal radestî DAIŞ’ê kir û bû sebebê ku Êzîdî rastî komkujiyê werin.  Xwedêda Çûkê jî ev yek piştrast kir û got ku  çewa ku PDK’ê Şengal radestî DAIŞ’ê kir, di pêngava rizgarkirina Şengalê de careke din PDK’ê û DAIŞ’ê  lihevkirin û DAIŞê hin herêma bêyî şer radestî PDK’ê kirin.

‘DAIŞ’ê bakurê Şengalê bêyî şer teslîmî PDK’ê kir’

Çûkê balkişand ser têkiliyên PDK’ê ya bi DAIŞ’ê re û derbarê pêngava rizgarkirina Şengalê de agahiyên giring dan. Çûkê: “Beriya pêngava rizgarkirina navenda Şengalê were destpêkirin, di 14’ê Kanûna 2014’an de li bakurê Çiyayê Şengalê bi destê PDK’ê pêngavek hatibû destpêkirin. Em vê wek rizgakirin nabînin, ji ber hêzên ku Şengal radestî çeteyan kirin û car din bi DAIŞ’ê re lihev kirin û tevahiya Bakurê Şengalê radestî DAIŞ’ê kirin, PDKê bû.

‘Şengal gerîla, YPG û YPJ rizgar kir’

Xwedêda Çûke destnîşan dike ku pêwîste ne tenê roja 13’yê Mijdarê wekî roja rizgarkirina Şengalê were binavkirin û sedema vê jî wiha anî ser ziman: “Ji ber ku beriya wê bi mehan berxwedaneke bê hempa li Şengalê dihate kirin û piraniya bajêr bi destê gerîla, YPG, YPJ û Êzdiyan  hate rizgarkirin. Lê roja ku pêngava rizgarkirina Şengalê destpêkir, PDK’ê bi hezaran çekên giran û hêzên xwe li derdora Şengalê komkirin. Ji bona vê yeke  didin xuyakirin ku Şengal rizgarkirin û bi vî rengî dixwazin bala raya giştî bikşînin ser xwe.”

‘PDK û DAIŞ lihevkirin e’

Çûkê di berdewamiya axaftina xwe de got di pêngava rizgarkirina Şengalê de PDK’ê tu şehîd nedaye lê bi dehan gerîla û pêşmergeyên YNK’ê şehîd bûn û wiha berdewam kir: “Ev bedêl beriya rizgarkirina Şengalê hatin dan. Mezargeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan şahidê vê berxwedanê dikin, ji ber ku şehîdên li wir hatine veşartin şehîdên pêngava rizgakirina Şengalê ne.”

Xwedêda Çûkê da zanîn ku di pêngava rizgarkirina Şengalê de PDK’ê bi DAIŞ’ê re lihevkiriye û got “Di eniya PDK’ê de tu şer çênebû. Herî zêde gerîla,YBŞ’ê YPG’ê şer kirin. Bi taybet gerîla gelek şehîd dan.”

PDK’ê xwest xwe bike xwediyê vê pêngavê’

Çûkê diyar kir ku PDK’ê xwest xwe bike xwediyê vê pêngava dîrokî û bi van gotinan bal kişand ser rastiya hatiye jiyan kirin: “Ewqas hêzên xwe li Şengalê komkirin. Eger çekên di destê xwe de bikar anîbana, di 3’yê Tebaxê de, Şengal ne dikete destê çeteyên DAIŞ’ê de.”

‘Di ragihandinê de xwe kirin xwediyê rizgarkirina Şengalê’

Xwedêda Çûke bibîrxist ku ji bo PDK’ê karibe xwe wekî xwediyê pêngavê nîşan bide dest bi propagandayeke berfireh kiriye û wiha pê de çû: “Şehîd Egîd Civyan bersiva PDK’ê da û ji wan re got ‘Va li her derê alên me hene û me li ber xwe daye lê hûn vê yekê vedişêrin.’ Di rastiyê de jî wisa bû. PDK’ê di aliyê ragihandinê de xwe dike xwediyê rizgarkirina Şengalê.

“Gelê Êzidî xwe bi xwe birêve dibe”

 Rêvebirê Nehiya Sinûnê Xwedêda Çûkê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pêşketinên di 6 salên dawî de û ev nirxandin kir: “Rewşa Şengalê ewle ye, di aliyê xizmetguzarî de kar û xebat tê meşandin û jiyan berdewam e. Rêveberiya Xweser a Şengalê bênavber di nav kar û xebatê de ye û xizmeta gel dike. Ji dema fermanê heya nihe gelê Şengalê xwe bi xwe birêve dibe û pişta xwe bi tu hêzekî ve girênade. Di aliyê ewlekarî de jî Êzidî gihane wê baweriyê eger ku ew  xwe neparêzin wê kes wan neparêz e.”

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZIDÎ

Show More
Back to top button