Şandeyeke Ewlekariyê ya Iraqê serdana parêzgeha Nînowa kir

Fermandariya Operasyonên Hevbeş şandayeke ewlekariyê serdana Şengalê û parêzgeha Nînowa kiriye û di rojeva wan de jî gotûbêjkirina rewşa ewlekariyê ya herêmê û vegera koçberên herêmê ye.

Li gorî daxuyaniya fermî ya Fermandariya Operasyonên Hevbeş, şandeyeke ewlekariyê ya Iraqê îro serdana parêzgeha Nînowa (Mûsil) û Şengalê kiriye.

Hate gotin, şande li gel Parêzgerê Mûsilê, Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Iraqê û Wezareta Koç û Koçberan ya Mûsilê re civiya ye. Li gorî daxuyaniya fermandariyê, di rojeva şandeyê de vegera koçberan û pirsgirêkên ewlekariyê yên li herêmê heye.

Lê ne hate gotin, şandeya ewlekariyê li Şengalê hevdîtin bi kîjan saziyan re kiriye.

Şengal

Show More
Back to top button