Berhemên Şengal’ê ji bo Bexda tên şandin

Quça çimê ya girêday nehiya Sinonê ya Şengalê ku herêmeke ji bo çendiniyê tê bi keranîn di dema fermanê de hatibû wêran kirin. Piştî rizgarkirna şengalê ji destê DAÎŞ’ê xelkê hermê her roj ji rojê zêdetir bere xwe didin ser cih û warê xwe da ji nû de gundên xwe ava bikin. Bi sedan malbat ji bo debara xwe bikin karê çandiniyê re mijûl dibin û berhemên xwe jî rêdikin Rojhilatê Îraq’ê.

Kesê bi navê Nadim ku xelkê kumalkeha Duhla ye ji Radyo Dengê Çira Şengal re axivî û da diyar kirin ku herêma koça Cimê herêmeke ji bo çendiniyê tê bi karanîn û nêzîka 60.65 bîr tewazî lê hatine kulan û wiha gotinên xwe domkir: “ Di vê herêmê de bacanê sor, bacanê reş, patat, pîvaz û dexil tên çandin. Lê tenê yek pirsgirêkeke me ya sereke heye li vê derê ew jî riya ku em tere diçin û tên gelkî xerabe, erebeyên ku ji derve jî tên ji bo berhemên me bigirin erebeyên mezinin û zehmetî bi rêde dibinin. Kesên ku ji Rojhilatê Îraq’ê tên ji bo kirîna berhemên me ji ber ku cihekê bêhin vedanê nîne û nikarin li cihekê jî bisekinin da xwerinekê jî bixwin gelekî diwestin heta ku digihîjin cihê xwe.”

‘Ticar jî bi me re dibin alîkar’

Nadim di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser kiriya erebeyên ku ji derve de tên herêmê û berhemên şêniyên gund ji wan dikirin û wiha dom da gotinên xwe: “ ji ber ku ticar tên ji nava bustan de berhemên me ji me distînin em pêwîstî nabînin ku kiriyê erebeyan bidin. Ev yek jî ji bo me dibe alîkariyeke mezin ku ticar ji bo me pêşkêş dikin.”
Nadim bi van gotinan dawî li gotinên xwe anî: “ yekem cihê çandiniyê yên bi ser Nahiyeya Sinonê Quça Cimê ye. Di dema mewsîman de gundî tên vê dere xwe re bax û bustanan diçînin. Di Şengalê de bi giştî çandinî gelkî başe buye û tene li Quça Cimê rojana bacanê sor heta 50 erebeyan lê tê firotin.”

‘Şengal herêma herî bi ewleye’

yek ji wan ticarên ku ji Rojhilatê Îraq’ê bere xwe dane Quça Cimê wiha ji me re qala kare xwe kir: “ Em berhemê herêmê dikirin û dibin bajarên Îraqê de difiroşin bi taybetî li bajarên weke Basra û Bexdat’ê tên firotin. Li vê herêmê gelekî çandinî tê kirin ji bo wê jî pêwîstiya vê herêmê bi ticaretê heye. Ya din jî ev herêm herêmeke gelkî bi ewleye û cihê herî arame din ava Îraq’ê de. Yanê em weke ticar pir rehet dikarin di seet 1 û 2 şevê de erebeyên xwe diçim û têmê û ti pirskirêk tineye.”

XELÎL ŞINGALÎ-NEFEL ŞINGALÎ

Show More
Back to top button