Şengalî: Gerîla nebûna Şengal rizgar nedibû

Şahid û beşdarên pêngava rizgarkirina Şengalê diyar kirin ku PDK’ê rê li ber komkujiya Êzîdiyan, berxwedana gerîla jî rê li ber azadiyê û aramiyê vekiriye û gotin; “Gerîla ji çiya, şervan ji Rojava xwe gihandin me. Hêzên azadîxwaz nebûna Şengal rizgar nedibû.”

Şengal di 3’yê Tebaxa 2014’an de ku dibin kontrola hêzên PDK’ê de bû, ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hate dagirkirin. Lê bi destwerdana şervanên YPG-YPJ û gerîlayên HPG-YJA-Star’ê di 13’ê Mijdara 2015’an de bi temamî ji DAIŞ’ê hate paqijkirin.

‘PDK’ê soza parastinê dabû lê Êzidî xapandin’

Endamê Meclîsa Gel a Tilezêrê Kehtan Xelîl, yek ji şahidên pêngava rizgarkirina Şengalê ye. Xelîl di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku dema DAIŞ’ê di 2014’an de êrîşê Şengalê kir, 16 hezar hêzên pêşmerge an jî asayîşê li Şengalê bûne lê erka xwe ya parastina gel pêk neanîne. Kehtan sozên ku PDK’ê dabû gel jî bibîrxist û got: “PDK’ê soz dabû Êzidiyan lê Êzidî xapandin. Dema DAIŞ nêzî Şengalê bû, PDK’ê bawerî dida xelkê, digotin, ‘Cihê em lê ne, ala me lê ye DAIŞ nayê, tifaqa me heye bi wan re.’ Yên Şengalê firotin hêzên PDK’ê bûn û ji 2014’an heya niha 2 caran ji Şengalê reviyan.”

‘Gerîla ji çiya, şervan ji Rojava xwe gihandin Şengalê’

Kehtan Xelîl wiha behsa berxwedana dijî DAIŞ’ê kir û got:“Keç û xortên Êzidî di 2014’an de şer kirin li Şengalê, gerilayên HPG’ê ji Çiyayê Qendîlê û şervan jî ji Rojava xwe gihandin Çiyayê Şengalê. Gelê Rojava çi ji destê wan hate kir. Bi piştevaniya van hêzan Êzidî li vê derê man.”

‘DAIŞ destpêkê li Şengalê hate şikînandin, paşê li Iraqê belav bû’

Xelîl dazanîn Şengal wer bi hêsanî ne hatiye rizgarkirin û got:“Mezargeha Şebil Qasim bibînin, wê bizanin Şengal çawa hatiye rizgarkirin. Ji bo Şengal rizgar bibe derdora 370 şehîd hatiye dayîn. Gerilayên HPG’ê û şervanên YPJ’ê şerekî bêsînor li hemberî DAIŞ’ê kirin. Yek ji rastiyên ku bû sebep DAIŞ li Iraqê bişikê Çiyayê Şengalê bû. Ev şikestina DAIŞ li Şengalê destpêkir li Iraqê belav bû. Dû re heya Reqqa û Tebqayê jî çû.”

‘Şengal bi xiyanetê kete destê DAIŞ’ê’

Merwan Xwedêda jî ji destpêka fermanê heya rizgarkirinê, çîroka azadkirina Şengalê ji nêz ve dizane. Xwedêda jî ji bo dagirkirina Şengalê got: “Dinya hemû dizane Şengal çawa ket. PDK’ê berpirsyariya parastina gel girtibû ser milê xwe. Dema DAIŞ hat, rê li ber gel girtin, gotin quwetek ji bo parastina we tê. Şengal bi xiyanetê kete destê DAIŞ’ê.”

‘Hêzên Apocî xwe gihandin Şengalê’

Xwedêda, bersiva pirsa “Kî Şengal rizgar kir” jî kurt û cewherî wiha anî ser ziman: “Hêzên Apocî, gerîlayên HPG’ê  xwe gihandin Şengalê. Piştî wan şer kir, hemû Êzidî dest bi şer kirin. Hêz, moral û manewiyat ji gerîla girtin. Ji keçên û xortên Êzidiyan hêz hatin avakirin wekî YBŞ û YJŞ. Ji bo Şengal li ber xwe bisekine û şer bike ev piştgirî hate dayîn. Hêzên HPG’ê, YBŞ û YJŞ’ê bi xwîna xwe Şengal rizgar kirin.”

‘Hêzên azadîxwaz nebûna Şengal rizgar nedibû’

Elî Zagros jî bibîrxist ku ew hêzên li Şengalê ku ji parastina gel berpirsyar bûn di Zaxo û Duhokê re derketin, lê gelê Şengalê bersiva êrîşan da. Elî Zagros bandora hatina gerilayên PKK’ê û encamên wê wiha nirxand: “Piştî ku gerîlayên azadiyê xwe ji çiya berdan û hatin, hêzeke mezin dan civaka Êzidî. Ev hêz azadkirina Şengalê ji xwe re esas girtin. Nexwestin ev gel di destê DAIŞ’ê de bimîne. YBŞ û YJŞ jî li ser vê esasê hatin avakirin.  Yên ku rê li ber rizgarkirina Şengalê vekirin, hêzên parastina gel bûn. Mesut Barzanî hat çiya û got ‘Me Şengal rizgar kir.’ Em jî dibêjin; hêzên HPG, YPG, YBŞ, YJŞ’ê yanî hêzên azadîxwaz ne li vir bûna Şengal tu carî nedihat azadkirin.”

‘Heqîqeta rizgarkirina Şengalê xuya ye’

Lalo Çoro jî got tu kes nikare heqîqeta rizgarkirina Şengalê veşêre û ji bilî şervanên azadiyê kes nikare bêje me li vê derê şer kiriye. Lalo destnîşan kir ku yên keda rizgarkirina Şengalê dane diyarin û wiha berdewam kir: “Ji bo rizgarkirina bihostek axa Şengalê, heval gelek ked dan, zehmetî dîtin. Teqrîben 400 şehîd li Çiyayê Şengalê dan. Bila carekî yek quwet bêje 5 şehîdên me hene, ji bilî şervanên azadiyê.”

ÊZDÎN ŞENGALÎ-ROJNEWS

Show More
Back to top button