Peyama bi encambûna konferansê azadiya Rêber Apo û mîsogerkirina Rêveberiya Xweser bû

Endamên Koordînasyon û Meclisa Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê û Înîsiyatîfa Ciwanên Ereb derketin pêş pêkhateya konferansê û sonda dema nû ya xebatê xwarin û gelek biryarên nû yên ji bo xwe rêxistinkirinê girtin. Sara Şengalî jî diyar kir, wê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Ocalan mezin bikin û ji bo parastina Şengalê û deskeftiyên wê xebatên xwe mezin bikin.

Konferansa 3’yemîn ya Yekîtiya Ciwanên Êzidî bi hemû coşa xwe dewam dike. Piştî nirxandina rewşa rêxistinî û astengiyên li pêş rêxistinkirinê û gavên pêwîste bên avêtin, rêziknameya ciwanan a nû hate xwendin.

Piştî wê endamên Koordînasyonê, endamên Meclisên Ciwanên Êzidî û Rêveberiya Însiyatîfa Ciwanên Ereb yên Şengalê derketin ser dikê û sond xwarin. Ciwanên Êzidî û Ereb cûda cûda derketin ser dikê û bi zimanê xwe yê dayîkî sondxwarin. Li gorî rêziknameya Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê, ji derveyî ciwanên Êzidî ciwanên Şengalê jî dikarin xwe dibin banê Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê de rêxistin bikin. Di vê çarçoveyê de ciwanên pêkhateya Ereb yên Şengalê dibin banê Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê de ‘Înîsiyatîfa Ciwanên Ereb’ ragihandin û sonda xebatê dan.

Piştî xwe dayîna nasîn ya endamên meclîs û koordînasyona Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê û ragihandina ‘Înîsiyatîfa Ciwanên Ereb’ dîwana konferansê çend biryarên nû pêşkêşê konferansê kir.

Biryarên hatine girtin wiha ne;

-Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê azadiya Rêber Apo û dawî anîna esaretê dike navenda hemû xebatên xwe. Wê her cûre çalaki di vê çarçoveyê de were lidarxistin.

-Komxebatek li ser girîngiya azadiya Rêber Apo û fikrên wî were lidarxistin.

-Li dijî hişmendiya ciwanan ditepisîne, bê îrade dike, bikartîne têdikoşe.

-Li dijî dagirkirina welat û Êzidxanê, her cûre çalakiyan lidar dixe û erkên xweparastinê pêk tîne.

-Li dijî şerê taybet yê ciwanan hedef digire têkoşînê bilind bike.

-Li dijî çanda destavêtinê û belavkirina madeyên hişbir têdikoşe û çalakiyên bi bandor lidardixe.

-Li hember xeta xiyanetê û sîxûriyê têkoşînê mezin û berfireh bike.

-Xebatên akademiya Xemgîn Roj, xebatên perwerdeyê li gorî pêwîstiyan werin rêxistinkirin û rojên xwendina Rêber Apo werin lidarxistin.

-Mîhrîcana çand û werzîşê ya ciwanan were lidarxistin

-Li hemû gund û komelgehan komînên ciwanan were avakirin.

-Li gund, komelgeh û bajarokan komîte û yekeyên ciwanan yên xwe ji fermanan biparêzin, werin rêxistinkirin.

Derbarê înîsiyatîfa ciwanên Ereb de;

-Li Herêmên pêkhateyên Ereb lê dijîn, akademî û derweyên perwerdeyê ji bo ciwanan werin rêxistinkirin.

-Xebatên ciwanan di zanîngehan de were rêxistin kirin.

-Li gorî pêwîstiyan komîte di meclisên ciwanan de were rêxistinkirin.

Herî dawî jî Berdevka Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê Sara Şengalî, axaftina girtinê kir. Sara konferansê li hemû beşdarvanan, li tevahî ciwanan, şehîdên Tevgera Ciwanan, şehîdên pêşeng yên Êzidxanê û bi taybet jî li Rêber Apo pîroz kir û ev peyame da; “Emê ne tenê konferans, hemû rojên xwe veguherînin rojên têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Êdî ciwanên Êzidî xwedî nasname, îrade, hêz û biryarin. Em êdî ne ew ciwanên Êzidî yên beriya 2014’anin ku nekarîn civaka xwe biparêzin. Berê ciwanên Êzidî dibin xizmeta hêzên siyasî yên berjewendîparêz de bûn. Wê konferans hêzeke mezin derxe holê. Em vê konferansê diyarî şehîd Şehîd Zekî, Şehîd Zerdeşt, Pîr Çeko, Dîndar, Şêrzad û Argeş û hemû hevalên şehîd dikin. Wê serkeftin ya Şengalê û serkeftin ya me be. Wê dijmin tu carî nekare hedef û armancên xwe li Şengalê pêk bîne. Em dibêjin bijî Rêber Apo, bijî berxwedana Şengalê.”

Konferans piştî axaftinê bigerandina govendê bidawî bû.

ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button