MXDŞ: Em ji çareseriyê re jî û ji berxwedanê re jî amade ne 

Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê li gel nûnerên hêzên parastina Êzîdxanê û nûnerên saziyên civaka sivîl, PADÊ, TAJÊ, rûspî û oldaran, nûnerên Ereban îro civiya û piştî civînê daxwuyaniya çapemeniyê dan. Meclîsê got “çareserî be çareserî, êrîş be heya dawî berxwedanî.”

Îro li Şengalê civînek girîng pêk hat. Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê (MXDŞ) bi hemû nûnerên sazî û dezgehên xwe li Şehîdgeha Ş. Berxwedan û Ş. Dilgeş civiyan û rewşa siyasî ya Iraq, Şengal û cîhanê nirxandin. Di civînê de li ser rewşa Şengalê û êrîşên artêşa Iraqê li ser hêzên Parastina Şengalê, peymana 9’ê Cotmehê, êrîşên li ser qadên parastina medya jî di nav de gelek mijar hatin nirxandin.

Di civînê de nûnerên YBŞ-YJŞ’ê, Asayîşa Êzîdxanê, PADÊ, TAJÊ, nûnerên rêxistinên civakî û ji herêmên ku Ereb dijîn jî nûnerên Meclîsên gel amade bûbûn.

Di dawiya civînê de Meclîsê bi amadebûna nûnerên xwe daxuyanî dan û helwesta xwe ya li dijî êrîşên artêşa Iraqê ya di demên dawî de eşkere kir.

Daxuyanî ji aliyê Endamê Desteya Rêveber ya Şengalê Azad Hisên ve hate xwendin.

Daxuyaniya MXDŞ’ê wihaye:

“Di demên dawî de hem li cîhanê hem jî li Rojhilata Navîn li hemberî gel û baweriyan car din polîtîkayên şer têne meşandin. Şerê Ukrayna-Rusyayê nîşan da ku hemû mirovahî di esas de di bin xeteriya şer, koçberî, mirin û birîndariyê ye. Li Rojhilata Navîn jî roj nîne bê şer û pevçûn derbas bibe. Herî dawî dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya malbata Barzaniyan li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê dest bi êrîşên dagirkeriyê kirin. Armanc û hedefa dewleta Tirk û PDK’ê ya ji van êrîşan tê zanîn. Dixwazin hêza azadiya gelan, hêza parastina gelan tune bikin û pîlanên xwe yên dagirkirina herêmê bimeşînin.

Hemwextê êrîşên li ser qadên gerîla, di 18’ê Nîsanê de artêşa Iraqê bi fermana hikumeta Kazimî berê xwe da Şengalê û dest bi dorgirtina noqteyên Asayîşa Êzîdxanê kir. Artêşê, ji hêzên parastina Şengalê xwest ku dest ji noqteyên xwe berdin û teslîmî artêşê bikin. Di encama dorgirtin û êrîşên artêşa Iraqê de jî li gelek deverên Şengalê şer û pevçûn derketin. Beriya her tiştî em dixwazin bêjin ku eger şerekî dijwar û berfireh çênebûye, ev ji ber helwesta Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên parastina Şengalê ye. Ji ber ku artêşa Iraqê ji bo şerekî dijwar û demdirêj destpê bike çi ji dest hate kiriye, lê ji ber ku em xwe li ber gelên Iraqê berpirsyar dibînin me heya niha rê nedaye vî şerî giran.

Parastina Şengal parastina Ninova û hemû Iraqê ye

Niha gelek kes dipirse û meraq dike, gelo artêşa Iraqê çima êrîşê Şengalê dike? Gelo yên ku dixwazin ev şer destpê bike û berdewam bike kî ne? Eger şerekî destpê bike ev dikeve xizmeta kîjan hêzan? Gelo ev şerê Iraqê ye an jî parçeyek şerê dewleta Tirk a dagirker û PDK ye? Em wekî meclisa  Xweser a Şengalê li bersiva van pirsan digerin û dixwazin dewleta Iraqê jî bersiveke rast bide van pirsan û helwesta xwe zelal bike.

Di fermana 2014’an de tu hêz berpirsyariya xwe ya li hemberî civaka Êzidî û Şengalê bicih neanî. Artêşa Iraqê pişta  xwe da  civaka me û ji Şengalê reviya. PDK’ê bi îxaneteke mezin li ser Şengalê bazarî kirin. Dewleta tirk a dagirker bi destê DAIŞ’ê xwest koka me biqedîne. Lê bi piştevaniya gerîlayên PKK’ê û ciwanên me , me hebûna xwe, ola xwe, çiyayê xwe parast û me xwe gihand van rojan. Me Çiyayê Şengalê parast lê di rastiyê de me hemû Iraqê parast. DAIŞ’ê hemû Nînovayê da ber xwe û fetih kir lê Çiyayê Şengalê rê neda DAIŞ’ê. Ev rastî ji tarîxê heya roja me berdewam kiriye û îro jî rastî neguheriye. Parastina Şengalê, parastina Nînovayê ye. Parastina Nînovayê parastina hemû Iraqê ye.

MXDŞ pirs kir; Wê Iraq bibe parçeyek ji dîroka fermanan?

Herkes baş dizane ku piştî artêşa Iraqê ji Şengalê reviya, yekem car me ala Iraqê li Şengalê bilind kir û parast. Sazî û dezgehên hikumetê bi hevkarî û piştgiriya me vegeriyan Şengalê. Tiştê ku em dixwazin bêjin ev e; me di fermanê de hem hebûna xwe parast hem jî hebûna Iraqê parast. Îro çi dibe sedem ku artêşa Iraqê berê çekên xwe dide ser zarokên Êzidiyan, zarokên Şengalê. Rast e, em dizanin şûrê Osmaniyan her li ser serê me bûye, û em dizanin PDK dixwaze dezkeftiyên civaka me  tune bike. Lê em dipirsin, piştî DAIŞ, dewleta tirk û PDK’ê wê artêşa Iraqê jî bi Êzidiyan re şer bike? Wê dewleta Iraqê jî bibe parçeyek ji dîroka fermanên Êzidiyan? Ev pirseke dîrokî ye ku em ji Iraqê dipirsin û bersiva vê pirsê dixwazin.

Em baş dizanin ku ev êrîşên dawî berdewama Peymana 9’ê Cotmehê ye. Yên ev peyman îmza kiribûn ev êrîşên dawî dimeşînin, artêşa Iraqê dişînin ser gelê me. Hevkarên vê peymanê ne ku sînorê Rojavayê Kurdistanê û Şengalê bi dîwaran qut dikin. Em dixwazin car din bînin bîra herkesî, di fermanê de bi sedhezaran Êzidî ji vê sînorê derbas bûn û xwe gihandin cihên ewle. Her kes dizane ku çeteyên DAÎŞ’ê ne ji sînorên Roajva belkû ji nava xaka îraqê êrîşî ser me kirin û gelê me di komkujiyê re hate derbaskirin.Bi sedan şervanên YPG û YPJ’ê ji vê sînorê hatin û xwe gihandin hawara me. Eger civaka me ji fermanê xwe rizgar kiribe, ji ber sînorê Rojavayê Kurdistanê û Şengalê ye.

Em ser didin lê sir nadin, teslîm nabin

Niha hun vê sînorê bi dîwar û sîman digirin. Em baş dizanin ku ev te çi wateyê? Dijminên Êzidiyan ji me re dibêjin ku “Yan hunê teslîmê me bibin, yan jî emê fermanên nû bînin serê we.” Em baş dizanin ku ev polîtîkaya dorgirtin û teslîmgirtinê ye. Lê em ji dîroka xwe piştrast in; Em ser didin lê sir nadin, em li ber xwe didin lê teslîm nabin.

Em ji vir bang li hêzên siyasî yên Iraqê, gel û baweriyên Iraqê, rayedarên Iraqê dikin. Hikumeta îraqê  wekî hevkarê dewleta Tirk û PDK’ê, dijminatiya civaka Êzidî û Şengalê dike. Ev plan û siyaset Iraqê ber bi parçebûnê ve dibe. Ev plana Osmaniya Nû ye ku dixwazin Nînovayê bikin parezgeha Komara Tirkiyeyê. Ev parçeyek ji plana Mîsak-i Mîllî ya dewleta Tirk e. Ew kes û aliyên ku her roj behsa siyada Iraqê dikin vê rastiyê nabînin gelo?  Dewleta Tirk û PDK dixwazin Şengalê jî, Nînovayê jî, Kerkûkê jî ji Iraqê qut bikin. Ma ev rastî nayê dîtin?

Em wekî civaka Êzidî, wekî gelên Şengalê di ferqa van pîlanan de ne. Emê li hemberî vê pîlanê bi hemû hêz û baweriya xwe li ber xwe bisekinin. Em ji vir bang li hemû aliyên siyasî yên Iraqê dikin, li dijî vê pîlana Dewleta Tirk, PDK û hikûmeta îraqê  derkevin. Artêşa Iraqê artêşa dewletê ye, ne artêşa hizb û aliyan e. Lazim e ev artêş bi ser Şengalê de bi ser civaka Êzidî de neyê şandin.

Em ji çareseriyê û ji berxwedaniyê re jî amade ne

Me berê jî got, em niha jî dibêjin. Ji bo ku rewşa Şengalê di çarçoweya dewleta federal a Iraqê de, li gor destûra bingehîn çareser bibe em ji diyalog, hevdîtin û çareseriyê re amade ne. Di van rojên dawî de çiqas hevdîtin hatine kirin lê tu encamekî erênî derneketiya pêş. Hevdîtinên ku wê ji nehe û şûnde jî dewam bikin, em wek civaka Êzidî li bendê ne ku wê rêz li daxwazên me bêna girtin, eger rêz li daxwaza mafê me yê rewa neyê girtin, ji rûdana her buyerekê li herêmê hikûmeta îraqê berpirsiyare. Em bang li dewleta Iraqê dikin ku li hemberî pîlana dewleta tirk a dagirker û PDK’ê bi hev re bisekinin. Em van hêzan ji mesela Şengalê dûr bixin û li rêyên çareseriyê bigerin. Û em bawer in, çareseriya li Şengalê wê siyade, yekîtî û hebûna Iraqê xurt bike. Ji bo vê jî lazim e artêş vegere ser erka xwe ya esasî, parastina sînorên Iraqê, parastina hebûna Iraqê bike.

Lazim e dest ji polîtîkayên dorgirtin, gef, zext û êrîşan berdin. Eger na, em ji vê derê car din ji bo hemû gelê xwe, gelên Iraqê û cîhanê radigihînin. Tu kes nikare bi gef, zext û êrîşan îradeya me teslîm bigire. Tu kes nikare çavê me bitirsîne û paş de gav bi me bide avêtin. Me 73 ferman dîtine, me ji bo parastina bîr û baweriya xwe bi dehezaran şehîd dane. Me di pêşengiya egîd û mêrxasan de pişta DAIŞ’ê û dewleta tirk şikandiye. Em girêdayî dîroka xwe ya berxwedanê ne, em girêdayî xewn û xeyalên Mam Zekî, Mam Beşîr, Ş.Seit, Ş.Zerdeşt, Ş.Dijwar in. Me carekî soza Şengala xweser û azad daye û em vê sozê naxwin.

Yê berpirsiyariya şer ya hikumeta Iraqê be

Em hêvî dikin ku dewleta Iraqê îradeya azad a Şengalê esas bigire û pê re çareseriyê pêş bixe lê eger hikumeta Kazimî bi piştgiriya dewleta tirk a dagirker û PDK’ê bi ser me ve were, emê heya dawiyê li ber xwe bidin. Deskeftiyên Şengalê, deskeftiyên Rêveberiya Xweser a Şengalê bi ked û xwîna şehîdan ava bûne. Çi dibe bila bibe em dest ji deskeftiyên gelê xwe bernadin. Lazim e hêzên siyasî yên Iraqê rê li ber vê polîtîkaya şer a hikumeta îraqê  bigirin, eger negirin û rê li ber şerekî were vekirin ew ê di berpisyariya wan de be.

Herî dawî em bang li hemû civaka Êzidî dikin ku bi tifaq û yekîtî bersiva van êrîşan bidin. Bi taybet civaka Êzidî ya li Ewropayê lazim e ji bo Şengalê di asta seferberiyê de bikevin nav liv û tevgerê. Em bang li hemû hêzên Kurdistanî dikin ku li ber pîlanên PDK’ê û dewleta tirk bisekinin, piştgiriya xwe ya ji bo Şengalê bi her awayî nîşan bidin. Em bang li raya giştî ya cîhanê, saziyên navneteweyî û hemû mirovahiyê dikin,lazim e ew jî bikevin tevgerê, statuya Şengalê nas bikin û li dijî fermanên nû bisekinin. Em soz didin ku wê yekîtî, tifaq û berxwedana gelê me Şengala xweser û azad mîsoger bike.”

Daxuyanî bi dirûşmên, “Bijî berxwedana Şengalê”, “Bijî Êzîdxana azad” û “Bimire Xiyanet“ bi dawî bû.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button