Li Almanyayê rêzeçalakî

Xelkê me yên li Almanyayê jî wê hefteyekê ji bo Şengalê li qadin bin. Tê payîn ku ji sibe û pê ve li Elmanyayê ji bo xwedîderketina Êzidxanê meş mitîng û civîn werin lidarxistin

Koordînasyona Civaka Êzidî bang li hemû gelê Kurd yên li Ewrupayê kir da ku ji bo xwedî derketina li Êzidxanê, dakevin qadan.
Xelkê me yên li Elmanyayê, ji bo xwedîderketina li Şengalê ji 13 heta 19’ê Adarê her roj li gelek bajarên Elmanyayê wê meş, mîtîng û civînan li dar bixin.
Koordînasyona Civaka Êzidî têkildarî gef û zextên li ser Şengalê ku van rojên dawî zêde bûne, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de peymana 9’ê Cotmeha 2020’î ya rêveberiyên Hewlêr-Bexdayê ya li dijî Şengalê hate bibîrxistin û hate destnîşankirin ku xêrnexwaz dixwazin careke din fermanê li ser xelkê me rakin, dixwazin komkujiyan pêkbînin.
Di daxuıyaniyê de hate gotin, “Ev demeke ku xeteriyek mezin li ser Şengalê heye. Bi lihevkirina Enqere, Bexda û Hewlêrê re, qirêjiya wan roj bi roj eşkere bû. Çi ji destê wan hat kirin, lê nekarîn berxwedana Şengalê têk bibin.”
Bi navê Koordînasyona Civaka Êzidî bang li sazî û pêkhateyên xwe hemûyan, her wiha bang li gelê Kurd bi taybetî jî civaka me, dost û hevalan hate kirin ku xwedî li Êzidxanê derkevin, bi vê armancê dakevin qadan.
Koordînasyona civaka Êzidî got: “Werin em êdî ji ferman û komkujiyan re bêjin Na. Roj roja xîretê ye, roja yekîtî û tifaqê ye. Roja xwedîderketina li Êzidxanê yê, roja daketin qadan e.”
Bernameya Çalakiyan:
13.03.2021 – MEŞ – Li BÎELEFELD, HANNOVER, BERLÎN, OLDENBÛRG, MUNSTER, WESEL, EMMERÎCH, DÛÎSBÛRG, SAARBRUCKEN, BREMEN
14.03.2021 – CIVÎN – Li CELLE, BÎELEFELD, WESEL, EMMERÎCH, BREMEN, SAABRUCKEN
15-19. 03.2021 – MÎTÎNG – Li HANNOVER, BÎELEFELD, WESEL Û EMMERÎCH
19.03.2021 – MEŞ – Li CELLE
ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button