Konê Rumetê roja 70’an de didome

Berxwedana xelkê me ya bi armanca statûya şengalê dayîna qebûl kirin û li dijî peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de û heman demî ji bo piştgiriya Asayîşa Êzidîxanê ye 70 roj li pey xwe hişt

Welatiyên me li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane û çalakiya xwe bi biryardariyek mezin didomîne.  Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 70’yan de ji aliyê meclîs û saziyên Şengalê ve dewam dike.

Xelkê me kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.

Heya niha gelek caran xelkê me daxwazên xwe pêşkêşî hikûmeta Iraqê kirîbûn, lê heya niha rayederên Iraqê bersivek erênî raber nekirine. Ji bo vê jî xelkê me diyar dikin heya daxwazên wan pêkneyên ewê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Show More
Back to top button