‘Ji bo bidawîkirina tecrîdê divê zext bê kirin’

Mala Êzidiyan a Helebê li taxa Şêxmeqsûdê ya li Rojava’yê Kurdistanê li hev kom bû û têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelên Bindest Abdullah Ocalan daxuyaniyek da çapemeniyê, siyaseta tecrîdê ya dewleta Tirk a dagirker şermezar kir û bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku ji bo bidawî kirina tecrîdê zextê bike

Daxwuyanî ji aliyê koordînatora Mala Jinê ya Êzidiyan Ranya Cefer ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku Êzidiyan bi fikrê Rêberê Gelên Azadîxwaz Ocalan rêya çareserî û azadiyê dîtine, lewma ew hebûna wî, weke hebûna xwe dibînin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, ku Ocalan civaka Êzidî ji nava ferman û komkujiyan rizgar kir û xist rewşeke welê, ku karibin xwe biparêzin.

Di daxuyaniya Mala Êzidiyan a Helebê de, tecrîd hate şermezarkirin û bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî jî hate kirin, ku bi erka xwe rabin û zextê li dewleta Tirk bikin, ku rê bide da ku hevdîtin pêk were.

ÇAVKANÎ: ANF

Show More
Back to top button