MXDŞ’ê berxwedana Efrîniyan silav kir

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi boneya 3’yemîn salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyek da

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) berxwedana Efrîniyan silav kir û ragihand ku îro heman hêz dixwazin bi heman zihniyeta ku Efrîn pê dagirkirine Şengalê jî bê vîn bikin.

Berfirehiya daxuyaniya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) wiha ye:

“Bi armanca tinekirina demokrasî û aştiyê dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêza xwe, berî 3 salan berê hovîtiya xwe dan bajarê aram Efrîn ê. Di nava van salan de gelek kiryarên li dijî mirovahiyê li ser gelê me û hemû pêkhateyên Efrînê hatine kirin. Em wek Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê dagirkeriya ku niha li Efrînê tê meşandin şermezar dikin. Bi heman zihniyeta ku beriya 3 salan Efrîn pê hate dagirkirin û xwestin îrada gelê wê tine bikin, bi heman awayî niha di bin navê peymana Hewlêr û Bexdayê de dixwazin gelê Şengalê jî bê îrade bikin û rêxistina gelê Êzidî belav bikin.

Dewletên serdest bi van êrîş û pilana didin diyarkirin ku cihê gel têde bibe xwedî îrade ewê wir bikin hedef û rê li ber îrade bûna gel bigirin. Li her derê gelên azadîxwaz di nava berxwedanê dene. Ev berxwedaniya gelan ku ji bo hebûna xwe dikin wê bigehe armanca xwe. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me yê Efrînê wê careke din bi saya têkoşîn û berxwedanî û sekna xwe ku tevî ku ji ser axa xwe koçber bûne jî, lê heta niha dest ji soz û hêviya xwe ya vegera li Efrînê bernedana, li ser axa xwe jiyan bikin.

Em bi navê MXDŞ’ê berxwedana gelê Efrînê silav dikin. Em dibêjin heya dawî em bi we re ne. Bi ruhê berxwedaniya gelê me ya li Rojava teqez emê bi ser bikevin.”

Show More
Back to top button