‘Dewleta Tirk dixwaze aloziyên xwe ber bi derve derxe’

Siyasetmedarê Êzidî Heyder Êzidxanî nêrînên xwe ji anha re parvekiriye û dibêje dewleta Tirk dixwaze aloziya xwe ya aborî û pirsgirêkên xwe yên hundirîn bi rêya operasyonên leşkerî li dijî Şengalê derxe derve. Heyder Êzidxanî jî bal kişa ser ku dewleta Tirk ya dagirker hewl dide hemleyeke qirkirina komî li dijî êzidiyan pêk bîne

Heyder Êzidxanî ku bi xwe Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidî ye wiha got; “Dewleta Tirk di nava aloziyeke aborî û pirsgirêkên hundrîn de dijî. Hewl dide wan derxe derveyî sînorê xwe û ji xwe re bike serkeftin bi rêya operasyona leşkerî li dijî Şengalê bi hinceta şerê li dijî PKK`ê.”
Heyder Êzidxanî nirxandinên xwe wiha domand: “Dewleta Tirk dibîne ku hikumeta navendî û hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê di pêkanîna lihevkirina Şengalê de bi bin ketin. Zemîn amade ye da ku derbasî Iraqê bibe û desthilata xwe berfireh bike, operasyonên xwe yên leşkerî wekî ku çawa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêk bîne.”
Heyder Êzidxanî diyar kir ku Erdogan hewl dide rûpeleke nû ji hovîtiyê û belavkirina teror û çeteyan li Iraqê veke.
Siyasetmedarê Êzidî wiha domand: “Di rastiyê de niyetên dewleta Tirk diyar in û çavê wê li ser Mûsilê ye da ku çavkaniyên xwezayî û cihê wê yê stratejîk bixe bin serweriya xwe. Ev yek bidawîbûna Peymana Lozanê ya duyemîn re ku dixwestin wê herêmê têxin nav xaka xwe, tê kirin.”
Siyasetmedar Heyder Êzidxanî destnîşan kir ku Şengal ji destpêka ku ji çeteyên DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin ve, di nava aramiyê de dijî û koçber li warê xwe vedigerin.
Heyder Êzidxanî di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Di demekê de ku em li bendê ne civaka navneteweyî û NY itîrafê bi qirkirina li dijî êzidiyan bike û girîngiyê dide wan, herêmên wan ji nû ve ava dike, dewleta Tirk dixwaze hemleyeke qirkirina komî ya nû li dijî wan pêk bîne.”
Heyder bang li civaka navneteweyî jî kir ku destwerdanê bikin û derfetê nedin dewleta Tirk ku tu operasyonên leşkerî li dijî Şengalê pêk bîne û hişyarî da ku heger dewleta Tirk destwerdana Şengalê bike dê karesat pêk werin.
Êzidxanî got hikumeta Iraqê û civaka navneteweyî berpirsa destwerdana dewleta Tirk li Şengalê û sûcên li dijî êzidiyan e.
Di dawiyê de endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidî Heyder Êzidxanî got gelê êzidî dê li hember êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê parastina xak û hebûna xwe bike.
ÇAVKANÎ; SÎPAN SILO-ANHA

Show More
Back to top button