KNK’ê Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir

KNK'ê bi daxuyaniyeke niviskî Çarşema Serê Nîsanê pîroz kir û got, ''Gelê Kurd, tevahî gelên li Kurdistanê, xwedî kîjan baweriyê bin bila bibin, divê bi berpirsiyarî tevbigerin. Divê li dijî dijminên hov û dagirker, di nava yekîtiyek dilsoz de tevbigerin"

KNK’ê di daxuyaniyê de got, ”Sibe çarşem e, Çarşema Sor, Çarşema serê Nîsanêye, Cejna Kurdistanê ye. Cejna Çarşema Sor ya civaka Êzidî, xwedî wateyek dînî û dîrokî ye. Dînê Êzidî yek ji dînê herî kevnare yê Kurdistanê ye. Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK, cejna Çarşema Sor li civaka Kurd a Êzidî, li tevahiya gelê Kurd û tevahiya gelên Kurdistanê û yên herêmê pîroz dike.”

Di berdewamiya daxwuyaniyê de wiha hate gotin: “Hêviya me ew e ku cejn, li gorî wateya xwe, nirx û pîroziyên dîrokî, dînî û civakî bandora xwe bike û bibe bingeha aştiyek mayînde ya nava civak û gelan.”

KNK’ê di daxuyaniyê de bal kişande ser peymana di navbeyna PDK’ê û Bexdayê de ya dijî Şengalê û wiha got: ”Em niha cejna Çarşema Sor pêşwazî dikin. Li Şingal, li Efrîn û li Serêkanîyê, êrîş û xeterî li ser bawermendên Êzidî berdewamin. Rewşa Şingalê hê jî bi temamî zelal nebûye. Pirsgirêka Şingalê hingî diçe kûrtir dibe. Bê ku ji xelkê Şingalê bipirsin, li ser mesela Şingalê, di navbera Hevlêr û Bexdayê de peymanek hate çêkirin. Nûnerên xelkê Şingalê, peymana ku di navbera hukumetên Hevlêr û Bexdayê de li ser Şingalê hatî çêkrin, napejirînin û bertekan nîşan didin. Ev jî heqê wana ye. Pirs li wan nehatîye kirin û îradeya wan hatîye binpêkirin. Şingal bi pêkhateyên xwe ve herêmeke xwedî teybetmendîyên cuda ye. Piranîya şêniyên wê Kurdên Êzidî ne û Şingal parçeyeke ji axa Kurdistanê ye. Ji ber vê teybetmendîyê jî, serê sedan salan e bûye hedef. Herî dawî jî, wehşeta ji alê DAIŞê ve li Şingalê hatî kirin, birînên kûr li laşê Şingalîyan vekirine. Divê Şingal, rewşa xelkê Şingalê û pirsgirêkên Şingalê, bi awayeke teybet were dîtin û çareserî jêre bêne dîtin. Divê îradeya xelkê Şingalê, esas bê girtin. Ji bo parastina civaka Êzidî, pêwîste hemî hêz û gelê me hişyarbin û xwedî li gelê me yê Êzidî derkevin.”

Bi berdewamî peyama KNK’ê ya ji bo Çarşema Sor wiha ye:

”Gelê Kurd, tevahî gelên li Kurdistanê, xwedî kîjan baweriyê bin bila bibin, divê bi berpirsiyarî tevbigerin. Divê li dijî dijminên hov û dagirker, di nava yekîtiyek dilsoz de haraket bikin. Li gel hev û ji bo jiyaneke bi rûmet ya paşerojan, li gorî nirx, wate û pîroziyên qedîm tevbigerin.

Bi azadî û bextewarî pîroz kirina cejnên me jî, bi serketina me ve girêdayî ye. Wateya Cejna Çarşema Sor jî, vê berpirsiyarî û baweriyê ji me dixwaze.

Bi vê hêvî û daxwazê, em KNK, cejna Çarşema Sor li civaka Kurd a Êzidî, li hemû gelê Kurd û tevahiya gelên li herêmê pîroz dikin.”

ÇAVKANÎ: ANF

Show More
Back to top button