YPJ′ê ciwana Êzidî Firyal Xidir rizgar kir

YPJ′ê ciwaneke Êzidî ku çeteyên DAIŞ′ê di êrişên xwe yên sala 2014′an de yên li ser Şengalê wê revandibû, rizgar kir.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyniyekê ragihand ku jina ciwan ya Êzidî ya bi navê Firyal Xidir ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Dema rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst di sala 2014′an de bi awayekî hovane êrişî Şengalê kiribû, Firyall 12 salî bû. Dema ku xelkê Şengalê hewl da xwe ji hovîtiya çeteyan rizgar bikin çeteyan rê li ber wan girtin û di nav de hejmareke endamên malbata Firyal û gelek xelkê Şengalê yên ji temenên cuda, bi taybet jin û keç revandin û kesên mezin li cihekî kom kirin û bê rehm ew qetil kirin.

Ciwana Êzidî ku niha 21 salî ye, li ser êşên xwe dema hatibû revandin axivî. Li gorî Firyal, rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst wê revandin û birin dibistana mezin ya li Til Eferê. Piştre jin û keç ji mêran cuda kirin. Heta zarokên keçîn ji hev cuda kirin. Her wiha keç û jin jî ji hev cuda kirin. Jin li Til Eferê hiştin û keç wekî kole birin Mûsilê û li wir emîran keç hildibijartin û dibirin û difirotin, ne digotin biçûke ne jî mezine. Piştî demekê li Mûsilê man, vê carê tevî ku keçên xalê xwe wekî kole birin Şedadê ya Sûriyeyê û li dibistanekê hatin ragirtin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: ′′Mîna keç û jinên din, Firyalê xof û tirsek dijiya. Dema rêxistina terorê navên wan tomar kirin da ku wan ji emîr û endamên çete hilbijêrin ew pir tirsiyan. Weke xenîmetên şer bi zorê dihatin kirîn. Keçên ku red dikirin bi wan re biçin îşkence li wan dikirin. Li Şedadê rêxistina terorîst 3 caran Firyal firot.

Firyal hîna 14 saliya xwe derbaz nekirûbû, tevî keçeke din wê birin Reqayê û firotin.  Li wir jî li gel berpirsekî DAIŞ′ê bi navê Ebû Mihemed dîlgirtî ma heta temenê wê bû 15 sal. Di zarokatiya xwe de zarokek anî.  DAIŞ′iyê pê re zewicî bû di dema operasyona rizgarkirina bajarê Reqayê di êrişa hewayî ya Koalîsyona Navnetewî de hat kuştin.′′

Li gorî daxuyaniyê, ′′Firyalê behsa vê mijarê kir dema operasyona QSD′ê çawa tevî jinên din ji Reqayê ber bi Dêrazorê ve bi taybet li Baxozê hatin veguhestin û li çolan êşa serma û birçîbûnê dikişandin, nexasim di destê wê de pitika wê hebû. Piştî demeke biçûk ew birin Babê û li wir 2 salan ma, herî dawî jî birin Idlibê.

Piştî vê rêwîtiya dijwar, Firyalê xwest bi hemû rê û rêbazan ji rêxistina terorîst xelas bibe. Li vir YPJ′ê tevahî hewldan kirin ku wê rizgar bikin. Hewldanên YPJ′ê yên rizgarkirina Firyalê û gihandina li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ser ketin û ew rizgar kir.

Çeteyên DAIŞ′ê 5 caran Firyal firotin. Firyal heta niha nizane ka çeteyên DAIŞ′ê xizmên wê qetil kirine yan hîna saxin.”

NAVENDA NÛÇEYAN-ROJNEWS

Show More
Back to top button