Xwedêda Mirad: Iraq bila xizmetê ji me re bike, ne şerê me bike

Xwedêda Mirad ê Şengalî got, "Li şûna ku Iraq li hemberî me şer bike, bila xizmetê bike û mirovan li warê wan vegerîne. Em Êzidî li dijî şer in. Em naxwazin şerek li Şengalê rû bide, ji ber ku ne li berjewendiyên me ye."

Ji ber bicihbûna artêşa Iraqê li Şengalê û girtina rêyên bingehîn, xelkê Şengalê zor û zehmetiyan dikişîne.

Xwedêda Mirad ku li Şengalê pez xwedî dike, anî ziman ku ew bi hêsanî nikarin biçin çêrandina pezê xwe û got, beriya hatin artêşê ewlehiya Şengalê baştir bû.

Êvara 18’ê Nîsanê ku Êzidiyan Cejna Çarşema Serê Salê pîroz dikin, artêşa Iraqê êrişî nuqteyên kontrolê yên Asayîşa Êzidxanê yên li Dugirê kir. Piştre jî êrişî hêzên YBŞ û YJŞ’ê kir. Bersiv ji êrişan re hate dayin û şer qewimî. Helwesta Iraqê ya ji bo tepisandina Hêzên Parastinê yên Êzidî hîn jî dewam dike. Artêşa Iraqê di heman demê de hêzên xwe li tevahiya Şengalê bi cih dike û li rêyên esasî astengiyan datînin pêşiya şêniyên herêmê.

Ji ber hebûna hêzên çekdar ên Iraqê jiyan li koçeran zehmet bûye, nikarin pezê xwe bi hêsanî biçêrînin.

Xwedêda Mirad ku li gundê Barê pez xwedî dike, aciziya xwe ya ji ber van êrişan anî ziman û diyar kir ku ji ber ketin û derketin ji aliyê artêşê ve tê astengkirin ew bi hêsanî nikarin tevbigerin.

Xwedêda Mirad ragihand ku beriya hatina hêzên ıraqê li Şengalê rewş ewle û aram bû û got, “Xelkê me yê ji ber fermanê koçber bû dixwest li xaka xwe vegere û li warê xwe bijî. Lê belê piştî ku Iraqê leşker şand herêmê û êrişî Asayîşê kir, tirsek çêbû.”

Mirad bi dewamî got, “Li şûna ku Iraq li hemberî me şer bike, bila xizmetê bike û mirovan li warê wan vegerîne. Em Êzidî li dijî şer in. Em naxwazin şerek li Şengalê rû bide, ji ber ku ne li berjewendiyên me ye.”

Mirad ragihand ku beriya artêş van pirsgirêkan çêbike, tirs û fikar li gel wan nebû, lê belê piştî ku li gelek deveran bi cih bû, mirov aciz bûn. Mirad got, “Me berê pezê xwe dibir her devera ku dixwest. Lê belê niha li gelek deveran astengiyan datînin pêşiya me û nahêlin em bi deverekê ve bibin.”

Xwedêda Mirad herî dawî got, “Eger Iraq dest li Şengalê wernede em dikarin xwe biparêzin û bêyî ku hewcedarê wan bin xwe bi rê ve bibin. Pêwîstî pê nîne ku hîn bêhtir hêzê bişînin Şengalê.”

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ- ŞENGAL

Show More
Back to top button