Êzîdiyên Şengalê: Gerîla ji bo gelên bindest şer dike

Gelê Êzidî, li hemberî êrîşen dewleta Tirk a dagirker ya bi çekên kîmyewî li hemberî qadên gerîla bikartîne bi hêrsin û dibêjin ku ew li pişt gerîlayên xwe ne û destnîşan kirin ku “Gerîla ji bo gelên bindest şer dikin.”

Gerîlayên azadiyê ew 3 mehin li herêmên parastina medyayê li beramberî êrîşên dewleta Tirk a bi çekên kîmyewî berxwe didin. Bêdengiya cîhanê li hember van êrîşen kîmyawî jî berdewam dike.

Gelê Şengalê li hemberî êrîşen kîmyawî a li ser gerîlayên azadiyê bi hêrsin û xwedî li gerîlayên xwe derdikevin. Şengaliyên ku ji ajansa me re axivîn gotin ew li pişt gerîlayên xwe de ne. Şengalî dest nîşan dan ku êrîşa 2014’an a li ser Şengalê de bi hawara wan ve hatî tenê gerîla bûn û xwestin êrîşên li ser qadên gerîla bê sekinandin.

‘Gerîla li Şengalê jî xwîn rijand’

Şeniyê Şengalê Şaho Xwedêda bedelên ku gerîla li Şengalê dane ji bir nekiriye. Xwedêda wiha got; “Demên fermanê de ji bilî gerîla kesek dîtir nehate hawara me Êzidiyan. Di Şengalê de gerîla zor û zehmetiyan re ru bi ru man û xwîna xwe rijandin li ser vê axe.”

Herwiha Xwedêda derbarê êrîşen dewleta Tirk a kîmyawî yen li ser gerîla jî bertekên xwe yên tûnd nîşan da û wiha axivî; “Dewleta Tirk a dagirker li çiyayê Başurê Kurdistanê bi çekên kîmyawî êrîşî gerîla dike. Di şerekî de çekên kîmyawî bikar anîn sucekî mirovahiyê ye. Bêdengiya dewletên navnetewî û huqukên mirovahiyê jî ne raste. Em vê yeke kabul nakin û şermezar dikin.”

‘Gerîla ji bo gelên bindest şer dike’

Şaho Xwedêda bang li gelê Êzidî kir ku li hember van êrîşan dewleta Tirk a dagirker bêdeng nemînin û axaftina xwe wiha dawî lê anî; “Ev êrîşên kîmyawî li ser gerîla tiştekî bê qanûn e. Êrîşen kîmyawî li ser kîjan dewletê were bikaranîn ev yek sucekî mezine. Em bêdengiya giştî dewletên heyî şermezar dikin. Gerila tişteki şaş nekiriye, ew ji bo gelên bindest şer dikin. Ji bo azadiya gelan şer dikin.”

‘Em li pişt gerîlane’

Yek ji şêniyen navenda Şengalê Xalid Xidir jî bal kişand ser girîngiya gerîla ji bo gele Êzidî û wiha got; “3’ye meha Tebaxa sala 2014’an darbeyek mezin li Êzidiyan xistin. Di wê êrîşê de ji bilî gerîla kesek dîtir bi hawara me ve nehat. Gerîla alikariya vî gelî kir û li beramberî êrîşên hov yên DAİŞ’ê sekinî. Ji ber vê yekê em weki gele Êzidî hertim li pişt gerîlane.”

‘Ev erîş derveyî ehleqê ye’

Xidir acizbuyina xwe ya li hember êrîşên kîmyawî yên li ser gerîla bi van gotinan anî ser ziman; “Em êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin û êrîşên kîmyawî qebul nakin. Beriya niha bi çekên kîmyawî êrîşî Helepçe jî kirîbun. Em ji vê yekê geleki aciz dibin. Di êrîşa kîmyawî de gelek mirov dimirin. Ev êrîşên ku beramberî gerîla ne di cihê xwe de ye, êrîşekî derveyî ehlaqe.”

Tu şêweyên êrîşê dijmin têr nake

Xalid Xidir bal kişand li ser hedefa hêzên dagirker û nerazîbuyîna xwe bi van gotinan ani ser ziman; “Dagirker her êrîşî Kurdan û Êzidiyan dike. Em dibêjin ku em xwişk û bira ne, em yekin. Em dewleta Tirk a dagirker ku êrîşên kîmyawi bi kartine şermezar dîkin. Bi balafiren şer le dide, ew têra wan nake, bi lêdana balafiran di çiyayan de agir derdixine. Ew jî têra wan nake û heri dawî bi çekên kîmyawî êrîş li ser gerîla dike. Gerîla tişteki mezine.”

Xidir axaftina xwe bi vî rengî bi dawî kir; “Em daxwaz li dewletên dîtir dikin ku li hemberî van êrîşên kîmyawî de bêdeng nemînin. Bila gelê Êzidî li hemberî van erîşan rabin ser xwe, vê tiştê ji xwere qebûl nekin.”

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN-ADAR AVESTA – ŞENGAL

Show More
Back to top button