Mamê Fermandarê YBŞ’ê: PDK bi ragihandina xwe êrişên ser Şengalê rewa dike 

Mamê Fermandarê YBŞ’ê Çiya Feqîr ku di encama êrişa dewleta Tirk de Şehîd bibû bersiva îdeayên PDK’ê da û ragihand ku PDK’ê bê rêya ragihandina xwe êrişên ser zarokên wan rewa dike û got: “Wê tu kes nikaribe gavê bi me paşde bide avêtin”

Di 17’ê Îlonê de balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li Serdeşta Çiyayê Şengalê êrişek li dijî wesayîteke YBŞ’ê pêkanî. Di encamê de 3 pêşengên din yên Êzidî Dîndar Avesta, Pîran Pîr û Çiya Feqîr Şehîd bûn.

Li gundê Kolika ê Serdeştê ji bo Şehîd Çiya, li Sîba Şêx Xidirê ji bo Şehîd Dîndar û li komalgeha Duhila jî ji bo Şehîd Pîran konê sersaxiya hatine vedan.

Konê sersaxiya Şehîdan di roja dwemîn deye û bi sedan xelkê Şengalê ji bo sersaxiyê seredana kon dikin.

Mamê Şehîd Çiya, Mirad Biro têkildarî hedefgtina her sê fermandarên YBŞ’ê ji ajansa mere axivî û da diyakirin ku van şervan di dema fermanê de ji bo parastina civaka xwe çek hilgirtin û ev mafê wane xwe ji fermana biparêzin.

‘Hedefa dewleta Tirk tinekirina Êzidiyane’

Mirad got: “Di dîrokê de li welatê Xalta (Bakûrê Kurdistanê) bi milyona Êzidî hebûn di encama ferman  û zilma Osmaniya de ji ser warê xwe koçber bûn û kesên mane jî bi darê zorê ola wan guherandin. Em Êzidî ku li çiyayê Şengalê jiyan dikin, di hedefa dewleta Tirk dene û dixwazin civaka Êzidî dike tine bikin.”

‘PDK’ê Rewatî dide êrişên ser Şengalê’

Mirad Biro bertek nîşanê ragihadninên PDK’ê da û got:  “Ji bo êrişên dewleta Tirk ên liser zarokên Şengalê rewa bikin, şervanên me ku ji dema fermanê de li berxwe didin dikin hedef û dixwazin wan tine bikin. Ev kesên Şehîd ketine di serîde Şehîd Çiya Biraziyê mine û ji binemala  Zeroya, Dîndar jî ji eşîra qîraniya û Pîran ji pîrên me Êzidiyane. Ev kes ewbûn ku di dema fermanê de li himber çeteyên DAIŞ’ê çek rakirin û civaka xwe parastin. Dema van kesa wek PKK’ê didin xuyakirin ew rê liber êrişa xweş dikin. Her kes dizane ku PKK di demek çawa de bi hawara me hat û çawa ji Şengalê vekişiya. Eger îro dewleta Tirk min jî bike hedef wê bêjin ev PKK’eye ji bo rewatî bidin êrişa xwe.”

‘Keç û xortên cihê şhîdan digirin’

Di dawiya  axaftina xwede Mirad da diyakirin ku hedefa dewleta Tirk tinekirina Êzidiyane û got: “Li himber van êrişa lazime civaka me bê deng nebe, ji ber em dizanin ev êriş wê dewam bikin eger bê dengî hebe, her kesekî pêşengiya civaka xwekir wê bibe hedefa dijmin. Em ji her kesekî re didin diyakirin ku ewê tu kes nikaribe bi êrişa me tine bike. Erê hersê fermandarên me hatine hedefgirtin lê  keç û xortên me hene, wê bersiva her êrişek dijmin bidin û em jî bi rêxistina xwe emê bigihin serkeftinê.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button