Şengaliyan bi merasîmeke girseyî şehîdên xwe spartin axê

Fermandarên YBŞ’ê li şehîdgeha Şehîd Dilşêr û Şehîd Berxwedan a çiyayê Şengalê bi merasîmeke leşkerî ya bi heybet û bi beşdariya hemû pêkhateyên Şengalê hatin oxirkirin. Di merasîmê de peyamên berxwedanê û helwesta li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarên wê derkete pêş. Di merasîmê de îşaret bi berpirsyariya hikûmeta Federal a Iraqê hate kirin û bêdengiya wê hate şermezarkirin.

Balafira bêmirov ya dewleta Tirk duh li Serdeşta çiyayê Şengalê wesayîteke Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ku sê fermandar û pêşengên civaka Êzidî têdebûn, hedef girt. Şehîdên Şengalê Şehîd Dîndar Avesta, Pîran Pîr û Çiya Feqîr îro di saetên sibehê de piştî rê û resmên olî, derbasê nexweşxaneya Xanesorê hatin kirin û ji wir jî bi karwaneke girseyî berbi şehîdgeha Şehîd Dilşêr û Şehîd Berxwedan ya li Çiyayê Şengalê ve hatin oxirkirin.

Di rê de bênavber dirûşmeyên, ‘Şehîd namirin’ hatin bilindkirin. Posterên şehîdan û alên YBŞ û YJŞ’ê hatin hildan.

Ji derveyî fermandar û şervanên YBŞ û YJŞ’ê, endamên rêveberiya xweser, TAJÊ, sazî û rêxistinên Şengalê, nûnerên pêkhateya Ereb jî beşdarê merasîmê bûn.

Her wiha ji her aliyê Şengalê gel tevlî merasîma şehîdan bûn û malbatan bi tenê nehiştin.

Di merasîmê de bi navê fermandariya YBŞ’ê, rêveberiya Xweser, TAJÊ û pêkhateya Ereb axaftin hatin kirin û peyamên girîng hatin dayîn.

Peyamên sazî û rêxistinên Şengalê yên ji merasîma şehîdan wiha ye;

‘Tola şehîdan di bihêzkirina YBŞ û YJŞ’ê re derbas dibe’

Bi navê Fermandariya YBŞ’ê Xemgîn Şengalî axaftina destpêkê kir û vê peyamê da: “Di êrişa dewleta Tirk a dagirker de fermandar, pêşeng û şervanên YBŞ’ê hatin hedefgirtin û şehîdbûn. Dewleta Tirk û xayînên destekê didinê her roj êrişê hêzên me dikin. Hevalê Dîndar ji roja ku tevlî YBŞ’ê bûye heya deqeya şehadeta xwe bi hemû hêza xwe, bêdudilî, bê navber ji bo civaka xwe ked da. Di rizgarkirina keç, jin, zarok û dayikên Êzidî de, tolhildana wan ji xwe re wekî rê danî. Hevalê Dîndar bi axa xwe ve girêdayî bû. Hevalê Çiya ji malbatekî xwedî Ocax bû. Hevalê Çiya jî ji roja ku tevlî bû heya şehadeta xwe da ser şopa fermandar û pêşengên civaka Êzidî. Hevalê Pîran, şopdarê hevalê Pîr Çeko bû. Wî jî soz dabû Ş.Pîr Çeko û bi soza xwe ve hatibû girêdan. Em wek şervanên YBŞ’ê, em wek zarokên Êzîdxanê, em wek mîlîtanên Ş.Zerdeşt, Ş.Pîr Çeko û Ş.Dijwar heya dawiyê rêya wan bişopînin.

Tolhildana van şehîdan hêz dayîn û xurtkirina YBŞ û YJŞ’ê ye. Ji ber vê yekê banga me li gelê me heye, bê tirs û bê xof li hemberî hemû êrişan bisekinin. YBŞ baş dibîne ku êrişên siyasî, çandî, leşkerî li ser civaka me hene. Soza me ji şehîdên me û gelê me re ye ku heya dawiyê em girêdayî civaka xwe û şehîdên xwe ne. Emê bi keda şehîdên xwe ber bi jiyaneke bi rûmet ve bimeşin.”

‘Em bi şahadetan gav bi paş ve na avêjin’

Piştî peyama fermandarê YBŞ’ê ji Saziya Mabatên Şehîdan Hemed Bişar jî diyar kir ku ewê bi şehadetan gav bi paş ve ne avêjin û wiha axivî: “Bi şehadeta van fermandaran re em ji dijminê xwe re dibêjin, em hene. Bi şehadetan serê me nayê tewandin, bi hezaran sal in ferman tên bi ser gelê me ve lê carek jî me paş ve gav neavêtiye. Em wekî civaka Êzidî wekî hejmar biçûk in lê em bi fikir û felsefeya xwe, bi hêza xwe miletekî mezin in û li hemberî dijmin disekinin.”

‘Iraq berpirsyar e’

Hemed Bişar her wiha bê helwestiya Iraqê ya li beramber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk jî şermezar kir û got: “Em hikumeta Iraqê jî şermezar dikin. Şervan û fermandarên me li ber deriyê nuqteyên leşkerî yên artêşa Iraqê de şehîd dikevin. Em wan ji van êrişan berpirsyar dibînin.”

‘Xayîn wê bin bikevin’

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Rêvebir a Şengalê Dexîl Îbrahîm jî bi navê Rêveberiya Xweser a Şengalê axivî û peyam da kesên hevkariyê bi dewleta Tirk re dikin û wiha pê de çû: “Bila dijmin zanibe em bi 2-3 şehîdan ser danaynin. Ew di ber îradeya xwe de, di ber ax, namûs û şerefa xwe de şehîd ketin. Em bi sedan jî şehîd bikevin em li ber dijmin serê xwe danaynin. Bila dijmin bizane wê xwîna van şehîdan li ser dijmin giran be. Bila xayîn jî bizanin ev xiyaneta wan nameşe û wê xayîn her bikevin û bişikên. Gelê me xwedî hêz û îrade ye.”

‘Em serî ji dijmin re natewînin, wê tola şehîdan were hilanîn’

Endama Rêveberiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Dayê Şemê jî di merasîmê de axivî û destpêkê sersaxî ji malbatan re xwest û wiha nerazîbûn nîşana êrişên dagirkeriyê da: “Dema şervanên me nuqteyên (nuqteyên kontrolê) yên Iraqê derbas dikin, dibin hedef. Yên destekê didin ev dewleta xwînxwar, divê bizanin wê xwîna wan li erdê nemîne û emê tola şehîdan rakin. Em serî li ber dijmin natewînin. Bila dijmin baş bizane, em çiqas şehîd jî bidin, em poşman nabin, bi şehîdên xwe serbilindin. Em bi şehîdên xwe bihêz dibin, berxwedana me û tevlîbûna me mezintir dibe. Ji saya xwedê, Tawisê melek, Rêber Apo, asayîşa Êzidxan, YBŞ û YJŞ’ê emê serbikevin, serî ji ji dijmin re natewînin. Hol hola tawisê meleke, şehîd namirin.”

‘Ji ber welatê xwe diparastin hatin şehîdxistin’

Di merasîmê de beşdariyeke qelebalix ji pêkhateya Erebên Şengalê jî hebû û bi navê Rêveberiya Meclîsa Gelê Ereb ya Şengalê Xideyir Saleh jî sersaxî ji civaka Êzidî re xwest û wiha got: “Îro bi merasîmekê em şehîdên xwe oxir dikin, ew şehîdên ku ji bo vî welatî canê xwe feda kirin. Em jî li vir dibêjin çi gunehê wan hebû, guneha wan ew e ku parastina ax û welatê xwe dikirin.”

‘Ev êrişane binpêkirina serweriya Iraqê ye’

Xideyir Saleh di dawiya axaftina xwe de êrişên dewleta Tirk weke berdewamiya fermana li ser civaka Êzidî binav kir û wiha ragihand: “Em van êrişên heyî jî weke fermanê pênase dikin û nikarin ji fermanê berî jî qut bigirin dest. Em jî weke gelê Ereb hatin vê derê ji bo li gel birayên xwe yên Êzîdî bisekinin. Em ji hikumeta Iraqê daxwaz dikin ku li ber van êrişan bisekinin û bêdeng nemîne. Ev êrişên ku têne kirin binpêkirina serweriya Iraqê ye. Ewê ku şehîd ketine xwedî nasnameya Iraqî ne, ne ji dewletekî din hatine vê derê. Em vê êrişê şermezar dikin û emê heta dawiyê jî li gel birayên xwe Êzîdî li ber van êrişan bisekinin.”

Piştî merasîmê şehîd Pîran Pîr, li ser daxwaza malbatê li goristana feqîran spartin axê.

Merasîma girseyî ya şehîdan bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Rêber Apo’ bi dawî bû.

Show More
Back to top button