Dewleta Tirk di mehekî de 3 zarok û 7 welatî li Başûrê Kurdistanê qetil kir

Li Başûrê Kurdistanê tenê di nava mehekê de, di êrişên dewleta Tirk a dagirker de 3 zarok û 7 welatî li Başûrê Kurdistanê qetil kir û zêdeyî 12 kes jî birîndarbûn.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên bi armanca tinekirina Kurdan li ser Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Di nava mehekî de di êrişên dewleta Tirk a dagirker de 3 zarok di navê de bi giştî 10 welatî  qetil kir û zêdeyî 12 kesan jî birîndar kir.

Di 17’ê Gulanê de li kolana Bextiyarî ya Silêmaniyê du kesen MÎT’a Tirk  êrişî welatparêzê Kurd û penaberê siyasî yê ji Bakurê Kurdistanê û Xwediyê Xwaringeha Denîz Mihemed Zekî Çelebî kirin û di êrişê de şehîd bû.

Di 21’ê Gulanê de li gundê Tuteqele Axcelar a Çemçemal a Silêmaniyê de di êrişa dewleta Tirk a li ser wesayîtekê de 2 welatiyên bi navê Aram Kake Xan û Îsmaîl Îbrahîm ku pismanê hevbûn jiyana xwe ji dest dan. Aram Kake Xan keyayê gund bû.

Di heman rojê de balafira bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker wesayîtek li navenda Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bombe kir û di encamê de welatiyê bi navê Hacî Mîrza şehîd bû.

Di 26’ê Gulanê de jî li herêma geştiyariyê ya Zêwe ya Bamernê ya Amediyê di bombebarana dewleta Tirk a dagirker de 2 zarokên bi navê Yusif Hacî û Revend Hoşyar Muhsîn  jiyana xwe ji dest dan û kesek birîndar bû.

Di 15’ê Hezîranê de balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk  Meclîsa Gel a Sinûnê û Kirtasiyeyek di nava bazar de hedef girtin. Li gorî agahiyên fermî yên ji aliyê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ve hatiye dayîn, di encama êrîşê de zarokek 12 salî yê bi navê Selah Nasir jiyana xwe ji dest da, 7 welatî jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker  di 15’ê  Hezîranê de ango duh gundê Perex ê nahiya Derkar a girêdayî Zaxoyê topbaran kir. Di topbarên de bav û kurê xwe birîndar bûn.

Di 4’ê Hezîranê de Parlamenterê Herêma Kurdistanê Zikrî Zêbarî ragihandibû ku ji sala 2015’an ve 150 sivîl di encama êrişên dewleta Tirk de şehîd bûne û 133 jî birîndar bûne.

Her wiha li gorî daneya, dewleta Tirk zêdetirî 37 baregehên mezin û 47 baregehên biçûk li nava xaka Herêma Kurdistanê de hene. Ji ber êriş û bombebarana tenê îsal li ser Herêma Kurdistanê pêk hatîn de 50 gundên li herêmên ser sînor hatine valekirin. Bi giştî heta niha 650 gundên li herêmên ser sînor ji ber dagirkeriya dewleta Tirk hatine valekirin.

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button