Koçberekî kampa Qadiya: Balafirê li kampê xist, lê asayîş berovajî dike

Koçberekî Êzidî yê kampa Qadiya ku şahidê êrîşa hewayî ya şevê din li ser kampêye, ragihand timî dengê balafirên keşfê û yên şer li ser kampê tên û diyar kir êrîşa şevê din jî ji aliyê balafirên Tirkiyeyê ve hatiye kirin.

Şevê din di saetên dereng ên şevê de li dijî kampa Qadiya ya Êzidiyan ku dikeve Başûrê Zaxoyê êrîşek pêkhat. Li gorî agahiyên ku me rasterast ji şêniyên kampê girtiye, êrîş ji aliyê balafirên Tirkiyeyê ve hatiye kirin.

Hinek şêniyên kampê jî ragihandin ku berê dengê teqînê were, wan dengê balafiran bihîstiye, piştre dengê teqînê hatiye.

Koçberek Êzidî ku bi sedema ewlekariyê nexwest em navê wî bidin, diyar kir hemû şêniyên kampê dizanin ku balafiran êrîş kiriye, lê ji tirsa asayîşa PDK’ê nikarin dengê xwe bikin û got: “Sedî 80 êrîş ji aliyê balafirên Tirkiyeyê ve pêkhatiye.”

Heman çavkanî diyar kir, dema nû êrîş pêkhat, asayîş yekser hate cihê bûyerê û destûr neda kes nêzî cihê bûyerê bibe û got: “Em nizanin asayîş û ragihandina PDK’ê çima êrîşa hewayî weke teqîn dide nîşandan. Ev berovajî kirine û ti peywendiyeke xwe birastiyê re nîne.”

Asayîş û ragihandina alîgir a desthilata Başûr ku îdîa dike, teqîn rûdaye, têkildarî teqînê heya niha li nava kampê ti lêgerîn nekiriye û çakvanî li ser pirsa me ya, “Gelo asayîş li nava kampê lêgerîn da destpêkirin” jî got: “Eger asayîş rast dibêje, teqîn çêbûye, çima heya niha lêgerîn li nava kampê de nedaye destpêkirin? Wê demê rast nabêjin û dixwazin li se sûceke din a dewleta Tirk de bigire.”

Her wiha got, zarokek keç û kur ku xwişk û birane, di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane û hejmara birîndaran jî heya niha bi zelalî nizanin.

Ji derveyî ragihandina azad, ragihandina alîgir ya desthilata Başûr şevê din êrîşa hewayî, weke teqîn servîs kir. Ji ber vê sedemê hinek ragihandinên mûxalîf jî li ser agahiyên asayîşa PDK’ê êrîşê, weke teqîn derbas kirin.

ROJNEWS-DÎHOK

Show More
Back to top button