41 cenazeyên di Fermanê de hatibûn qetilkirin spartin axê

Piştî 9 salên li ser Fermana 74’an a 3’yê Tebaxa 2014’an li ser Şengalê rabû cenazeya 41 kesên di fermanê de hatin qetilkirin û di gorên komî de bûn li gundê Herdan, Koço, Solax (Qinê) û Xanesorê yên Şengalê hatin veşartin.

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê fermana 74’an anî ser civaka Êzidî di wê fermanê de bi hezaran ferdên civaka Êzidî hatin revandin û qetilkirin. 9 sal di ser fermanê re derbas bûye, heya niha 92 gorên komî hatine dîtin. Gorên ku hatine vekirin 55 in di van goran de hestiyên 242 kesan hatin dîtin. Heya niha aqûbeta 2 hezar û 600 kesan nediyar e. Li Gundê Herdan 16, Koço 20, Qinê 3 û Xanesorê 2 bi giştî 41 kesên di gorên komî yên fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de li gundên xwe spartin axê.

 ‘Her sal êşa fermanê nû dibe’

Meyan Borik a ku ji bo parvekirina êşa kes û karên xwe berê xwe dabû Herdanê bi hêviyan dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Xwedê heqê şehîdên me li erdê nehêle ev 10 sal in di gorên komê de bûn. Mirovên me Mahîr, Cîtah, Xelet Ela û Nûrî, xizmên me bûn. Weke ku ji mala min çûbin. 10 sal in çavên me li rehma xwedê û tawisê melek e. Em weke dayik dixwazin heqê şehîdên me li erdê nemîne em dixwazin her sal êşa fermanê li me nû nebe bila di carekê de şehîdên me bînin. Lê hukumeta Iraqê vê êşê bi me dide kişandin.”

‘10 sal in çavên me li rê ye’

Koçer Herdan qala êşa gundê Herdanê kir û wiha got: “Tenê riyek xelasiya Herdanê hebû. Em jî tev ketin ser wê riyê lê çeteyên hov dora me girtin yên bi seyareyan derketin xelas bûn lê yên din tev ketin destên çeteyan. Zarokên me şehîd xistin bi sedan zarokên me xistin gorên komî ne tenê şehîd, wan xwînmijan birîndaran jî bi saxî xistin gorê. Êşa me nayê jibîrkirin. Lê ji fermanê heya niha em li benda hestiyên zarokên xwe ne. Hikumeta Iraqê heya niha 6 caran şehîdên me anîne lê ev 10 sal in her roj çavên me li riya hestiyên me ye. Şehîdên me Selîm, Haşîm, Mihsin, Hadî, Mazin, Hedyaye, Suzane, Mîrza, Elyas û Kamuran e. Tofan ji dayika wan re hat divê hukumeta Iraqê hestiyên me bîne em tişteke din naxwazin.”

‘Hikumeta Iraqê xemsar e’

Niam Herdan jî qala xemsariya hukumeta Iraqê kir û wiha got: “Şehîdên Herdanê gelek in malên Herdanê xera kirin. Li Herdanê xort kuştin keçan tev revandin. Kesek ji bo Êzidiyan ked nade. Lê erka hukumeta Iraqê ew e ku tevahî hestiyên şehîdên me bînin ji bo em ser zahmanên xwe bibin ber qubên xwe xêr û xêratên wan bidin.”

Şengal- NUJÎNHA

  • 25.1. 2024
Show More
Back to top button