Namzetê PADÊ Şêx Semîr: Lîstik heye xwedî li îradeya xwe derkevin

Namzetê PADÊ Şêx Semîr piştî ku dengê xwe bikar anî, da zanîn ku li gelek cihan bi dehan cîhazên dengdanê naxebitin û ev yek wekî lîstikek binav kir. Şêx Semîr bang li civaka Êzidî kir ku xwedî li îradeya xwe derkeve.

 

Li Şengalê ruxmê hemû astengî û rêgiriyan jî gel bi coş û baweriyeke mezin diçe ser sindoqan da ku îradeya xwe ya azad biparêze. Namzetê PADÊ Şêx Semîr Dewrêş ku li komelgeha Borikê dengê xwe bikar anî, ji ajansa me re axivî û da zanîn ku li gelek cihan bi dehan cîhazên dengdanê kar nekirine û wî bi xwe jî piştî 30 deqeyan kariye dengê xwe bide.

Şêx Semîr Dewrêş bang li gelê Şengalê kir û got: “PDK li pey wê yekê ye ku bi rêya hilbijartinê Peymana 9’ê Cotmehê pêk bîne, ji ber vê jî divê hemû Êzidî xwedî li baweriya xwe derkevin.” Şêx Semîr Dewrêş hişyar kir ku tê xwestin bi rêya teknîkî jî destekarî li hilbijartinê bê kirin û bang li gelê Şengalê kir ku li bîr û baweriya xwe xwedî derkevin, biçin ser sindoqan.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button