Qeys El Xezelî: Em ê rê nedin dewleta Tirk yek bost xaka Iraqê dagir bike

Serokê Giştî yê Tevgera Esayip Ehil El Heq Qeys El Xezelî da zanîn dewleta Tirk dixwaze ta sala 2023’an Kerkûk, Musil û Herêma Kurdistanê dagir bike. Ji bona wê hejmara baregehên xwe yên li nav xaka Iraqê zêde dike. Xezelî got, lê wê artêşa Iraq û Heşda Şebî rê nede yek bost xaka Iraqê were dagirkirin.

Serokê Giştî yê Tevgera Esayip Ehil El Heq Qeys El Xezelî, di serdana xwe ya ji bo Eşîreta Şibil a li Necefê de îşaret bi êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûr û Iraqê kir û got: “Ji berê de armancek Tirkiyeyê heye ji bo dagirkirina Herêma Kurdistan, Kerkûk û Musil. Tirkiye van cihan wek wîlayeta Osmaniyan dihesibîne. Armanca wan jî ewe ku di sala 2023’an de vê projeyê bicih bîne. Ji berku 100 saliya peymana Lozanê bi dawî dibe.”

Qeys El Xezelî da zanîn bi vê armancê dewleta Tirk roj li pey rojê baregehên xwe yê leşkerî zêde dike û got; “Niha li nav xaka Iraqê de hejmara baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê gihiştiye 66’an.”

Her wiha Xezelî diyarkir her çiqas Tirkiye di nava NATO’yê de hêza duweme, lê wê artêşa Iraq û Heşda Şebî rê nede yek bost xaka Iraqê dagir bike.

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button