Cîgira Hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê li dijî êrîşan banga rabûna ser piyan li Êzîdiyan kir

Li gorî agahiyan di encamê êrîşê de zirarên giyanî çênebûne û cîgira Hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê Sêvê Emo li dijî êrîşên li ser civaka Êzidî banga rabûna ser piyan û xîretê li tevahî Êzîdiyan kir.

Îro di saetên êvarê de balafirên şer ên artêşa Tirk Meclîsa Gel a Xanesorê bombebaran kir. Lê hate gotin, dema êrîş pêk hatiye kes li avahiyê nebûye, ji ber vê ji derveyî zirarên madî zirareke giyanî çênebûye.

Piştî bûyerê girseya gel a li ber avahiyê kombûn bi dirûşman nerazîbûn nîşana êrîşên artêşa Tirk û hevalbendên wan dan û gotin, “Bijî Berxwedana Şengalê” û “Bimre xiyanet”.

Cîgira Hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê Sêvê Emo li gel xelk û bi taybet jî jinên ku li cihê bûyerê kombûbûn daxuyaniyeke çapemeniyê da. Sêvê Emo diyar kir armanca dewleta Tirk a dagirker tinekirina civaka Êzîdiye û got: “Weke hûn dibînin balafir dîsa li nava gel xist. Ev cihê ku hate bombebaran kirin meclîsa gelê Êzidî bû. Ciheke medeniyan bû. Me dê sibe li meclîsê xêra şehîd Merwan belavkiriba, lê balafir lêxistin.”

Cîgira Hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê li dijî êrîşên bi armanca qirkirina Êzîdiyan bang li tevahî Êzîdiyan kir û got: “Bangawaziya min ji gelê Êzidî re ewe ku rabin ser xwe. Ev dijminê koka Êzîdîyanin. Her roj êrîş dikin ser Êzîdiyan û li sivîlan dixin. Li vir PKK nînbû, cihekî Êzîdiyanbû ku bû hedef. Her Ezîdiyek bi xîret û binamûs divê rabe ser xwe. Divê raibn ser piyan û dest bi çalakiyan bikin. Bi taybet li ber cihên dewletê divê gel çalakî bikin. Êdî bese bêxîretî û bindestî.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button