Li Şengalê pêngava ji bo xwendina pirtûkên Rêber Ocalan didome

Li komalgeha Dihola ya Şengalê di bin dirûşmeya ‘Parêznameyên min li kuderê bin ez li wirim’ pirtûkên Rêber Ocalan hatin xwendin û nirxandin li ser hatin kirin. Endamê Meclisa Dihola Heyîder Hesen got ku çiqas mirov Rêber Apo dixwîne tiştê nû dibîne, fikirek û felesfeyek bi vî rengî dikare cîhanê biguhere.

Li tevahiya Şengalê di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re Xweserî’ ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve hatiye destpêkirin, dê 7 rojan pirtûkên Rêber Ocalan bê xwendin û nîqaş bê meşandin. Roja 21’ê Çile bi dirûşmeya ‘Parêznameyên min li kuderê bin, ez li wirim’ pêngava xwendina pirtûk û parêznameyên Rêber Ocalan hate destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de li komalgeha Dihola ya Şengalê bi armanca xwendina pirtûkan civînek hate lidarxistin. Di civînê de endamên hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser yên komlegeha Dihola û Borik amade bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre ramanên Rêberê Ocalan hatin guhdar kirin û nirxandin liser hatin kirin.

Bejdarvanên civînê jî di nirxandinên xwe de anîn ziman ku ne fikrek wiha nêzî fikrê Êzdiyatî ba wê di fermana sala 2014’an de, bi hewara wan nehatiban û ewê ji binî tinebiban. Lê bila her kes bi zanibe jî dema ku civakek xwe li ser fikirê Serok Apo perwerde û zane bike, rûxandina wê civakê zehmete.

Di vê çarçoveyê de endamê Meclisa komelegha Dihola Heyîder Hesen axivî û got; “Çiqas mirov Rêber Apo dixwîne, ew qas tiştên nû dibîne, her çiqas me weke gelê Şengalê xwe di bin Sîwana Netewa Demokratîk de ku xwe di spêre fikrê Rêber Apo de perwerde kiriye û xwe zane kire jî, lî hîna ji bona me tevahiya gelê Şengalê lazime, ji ber ku her gotinek Rêber Apo wateyek xwe ya girêdayî dîrokê heye.”

Hesen Heyîder da diyarkirin, her demek wisa ji boyî tevahî sazî û destgehên Rêveberiya Xweser, xwendina fikir û ramanên Serok APO pêwiste, raste ew dibin banê wê de rêxistinkirî ne lê ev yek têrê nake.

Hesen di dawiyê de got; “Em weke meclis êdî erk di keve ser milê me tişta ku me fam kirî em di nava civaka xwede jî belav bikin, ji ber ku bi sedan sale civak bê perwerde hatiye hiştin, êdî emê jî bi erka perwerde kirina civaka xwe rabin. Em weke gelê Şengalê xwe deyndarê Serok Apo dibînin, em jî li vir soz didin heya azadiya fizîkî ya Rêberê xwe li ser piyan bin û qed gav pajde navêjin.”

Civîna ku bi qasî 3’ê saetan dewamkir bi dirûşmeya ‘Bi can bixwîn em bi terene ey Serok’ ‘Bê Serok jiyan  nab’ bi dawî bû.

ŞENGAL/ROJNEWS

Show More
Back to top button