Li Şengalê dîmenên sosret: Leşkerên Iraqî piştî qezayê kêfxweşiya xwe nîşan didin!

Li Şengalê di dîmenên ku li cihê qezayê hatiye kişandin de dîmenên sosret hene ku leşkerên Iraqê piştî mirina 2 kesan û birîndariya bi dehan kesan kêfxweşiya xwe nîşan didin.

Îro danê êvarê li Şengalê di navbera nahiya Sinûnê û Xanesorê de servîsa xwendekaran û tanka avê ya ya artêşa Iraqê li hev qelibîn û di encamê de yek jê şofêrê servîsa xwendekaran û yek jê xwendekar 2 kes jiyana xwe ji dest dan, 27 kes jî bi birîndar bûn û birîndar rakirin Nexweşxaneya Sinûnê.

Piştî bihîstina vê qezayê bi sedan Şengalî berê xwe dan cihê bûyerê û Nexweşxaneya Sinûnû û bertekên xwe li dijî artêşa Iraqê nîşan dan.

Di dîmenên ku hevalên me li cihê qezayê kişandin de çend dîmenên sosret hene ku leşkerên artêşa Iraqê ji ber mirin û birîndariya Êzidiyan kêfxweşiya xwe nîşan didin.

Di dîmenan de xuya dike ku di wesayîteke leşkerî de 3 leşkerên artêşa Iraqê hene û 2 ji wan leşkeran wekî ku şahiyeke pîroz dikin çekên xwe bilind dikin û datînin û her wiha dikenin.

Ev dîmenên sosret di civaka Êzidî de rastî bertekên mezin hat ku leşkerên Iraqê piştî qezayê kêfxweşiya xwe nîşan didin. Civaka Êzidî dibêje ku ev dîmen nîşaneya dijminahiya li hemberî wan e ku tu ferqa xwe ji dijminahiya DAIŞ’ê nîne.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button