Nacî Qehreman: Weke civaka Êzidî ji hemû civakan zêdetir pêdiviya me bi xwe parastinê heye

Endamê Rêveberiya Akademiya Perwerdê ya Asayîşa Êzîdxanê Nacî Qehreman di derbarê erka xwe parastin û girîngiya parastina cewherî de ji Radyo ya me re axivî û got: "Em weke civaka Êzidî ji hemû civakan zêdetir pêdiviya me bi xwe parastinê heye. Asayîşa Êzîdxanê jî li ser fikir û ramanê Rêber Apo hatiye avakirin."

Nacî di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku her hêza xwe weke parêzvanê Şengalê nîşan daye di her êrîşekê biçûk de li ser Şengalê pêk hatiye xwe daye alî û ji dijminan re hatiye teslîm kirin û wiha pêde çu: ” me asayîşa Êzîdxanê ava kir ji bo em karibin civaka xwe û welatê xwe biparêzin. bi her awayî dijminê me êrîşê ser civaka me dike ji ber wê jî asayîşa me buye mertalekî li hemberî van êrîşan. Niha jî em dikarin bêjin ku êdî civaka me rehete ji ber hêza wê yê parastinê hatiye ava kirin. keç û xurtên Êzîdxanê êdî xwe perwerde kirine û xwe bi rêxistin kirine, di vê ferqê de ne ku kesek parastina me nake ji me û pêve.”

‘Fikirê Rêber Apo fikira herî nêzîkê felsefeya Êzdatiyê ye’

Qehreman derbarê xwe bi rêxistinkirin û perwerdekirinê jî wiha nêrînên xwe anî ziman: ” Em weke ciwanên Êzîdxanê xwe li ser fikir û ramanê Rêber Apo perwerde dikin û bi rêxistin dikin. Ji ber fikir û ramanê Rêber Apo fikira herî nêzîkê fikir û felsefeya Êzdatiyê ye, ji bu wê jî em ciwan xwe li ser vê fikirî perwerde dikin û zana dikin. Ji bo em bikaribin civaka xwe bi parêzin.”

‘Em xwe ne parêzin kes me naparêze’

Sedema fermana 74’an a ku bi ser civaka Êzidî de hatî nebuna hêza xwe parastin û bi xwe li ser lingê xwe ne sekinandin bû. Nacî di berdewama axavtina xwe de bal kişan ser girîngiya xwe parastinê û got: ” tiştê ku buye sedem em rastî ewqasî qetilîaman werin hêza me ya parastinê nebû, her tim hêz ji dereve dihat û parastina me dikir. eger em weke civaka Êzidî xwe perwerde nekin û xwe ne parêzin kes nayê me napêrêze fermana 2014’an mînaka ber bi çav e. Em ciwanên Êzidî xwediyê vê axê ne û emê nehêlibin kes destê xwe bide dayik û xwîşkên me.”

‘Eger Şengal nebe Êzidayetî jî nîne’

Nacî Qehreman di dawiya axavtina xwe de bal kişand ser girîngiya xwe parastinê û wiha dawî li gotinên xwe anî: ” êdî dem hatiye ku em bi xwe xwe parastina xwe bikin û xwe bi rêxistin bikin. tu hêzeke biyanî nikare civakekê biparêze. Gerke em weke Êzidî bi her awayî xwedî li axa xwe derbikevin û parastina Şengala xwe bikin. dayik û bavên me jî dikarin parastina taxên xwe bikin. Êdî dem hatiye em jî cihê xwe di nava şerê gelê şoreşgerî de bigirin û xwe ji fermanan bi parêzin. Ger Şengal nebe Êzidayetî jî nîne.”

Radyo Çıra FM-ŞENGAL

Show More
Back to top button