Biryar bi hevkarîya PDKê û MIT’ê ye

Ev demek dirêj e ji alîye dewleta dagirker Tirkiyê ve, behsa operasyonek leşkerî li dijî herêma Şingalê tê kirin

Hate zanîn ev biryar, bi civînek ku di navbera MÎT, PDKê û Mossad’ê de, di 13’ê Adarê 2021‘an de, li herêma Şoreş ya girêdayî Hewlêrê hatiye dayin. Civîna ku li herêma Şoreş bi tevlîbûna van hersê hêzan de pêkhat, planên têkbirinina xweseriya demokratîk ya Şingalê û dagirkirina Şingalê hatine nîqaş kirin.

Li gora agahiyên ku malpera internetê Lêkolîn.org parve kir, civîn li gundê Mesif yê li herêma Şoreş, li mala kesekî tirkmen pêkhatiye. Çavkaniyên ku agahî bi malpera Lêkolîn re parve kirine, navê xwediyê malê eşkere nekirin. Li gor nûçeyê, di civînê de rêveber û endamên payabilind yên hersê rêxistinên îstîxbaratê amade bûne. Ji PDKê Mesrur Barzanî, Veysî Barzani, Reber Ahmed û fermandarê payebilind yên pêşmergeyan.

Di civînê de gelek biryar hatine girtin.

Li gor van biryarên wê:

– Ji bo têkbirina bandora Şîa/Îranê ya li herêmê MÎT, PDK/Parastin û Mossad bi awayekî hevbeş tevbigerin.

– PKK li herêma Şingalê bê têkbirin.

– Li dijî Heşdî Şabî propaganda bê kirin û wek xeterî were pênase kirin. Herwiha hevkariya navbera Heşdî Şabî û PKK were têkbirin.

– Di dema êrîşa li ser Şingalê de, PKK bi tenê bê hiştin.

– Ji bona vê yekê bi taybetî DYE’yê bikeve dewrê û Îranê iqna bike û êrişa li ser Şingalê pê bide qebûlkirin.

– Ev plan bi alîkariya Mossad’ê di navbera meheke de li dijî hêzên ser bi PKK ve bê destpêkirin.

Di nûçeyê de tê gotin ku hemû planên qirêj li dijî herêmê ji aliyê van hêzan ve li gundê Mesîfê tên standin û ev cih buye wek navendeke wan. Plana êrîşa Garê jî li vir hatiye standin û vê carê jî biryara plana dagirkirina Şingalê li vir hatiye girtin.

Li gor nûçeya Lêkolîn, biryara êrîşa dagirkirina Şingalê ku MÎT, PDK/Parastin û MOSSAD‘ê hevbeş standiye, ji aliyê DYE’yê jî ve hatiye pejirandin. Li gora vê yekê;

Wê deskeftiyên Şingalê, bi taybetî jî, Xweseriya Şingalê were hedefgirtin û têkbirin.

ÇAVKANÎ: LEKOLİN.ORG

https://www.lekolin.org/sengale-operasyon-karari-es-zamanli-yapilan-kdp-mit-toplantisinda-verildi/

Show More
Back to top button