Jinên Êzidî ji Abdullah Ocalan re name dinivsînin

Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li seranserê Şengalê di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re xweserî’ ji aliyê jinan ve ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re name tên nivîsandin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re xweserî’ li seranserê Şengalê di nava hemû pêkhateyan de hemleya nivîsandina nameyan da destpêkirin. Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li seranserê Şengalê ji aliyê jinan ve ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re name tên nivîsandin. Jinên Şengalê di van nameyan de raman û hesreta xwe, rewşa xwe, gavên ku avêtine û armancên xwe bi zimanekî xwerû ji Rêber Apo re dinivîsînin.

Li ser mijarê berdevka koordînasyona (TAJÊ) Rîham Hico ji ajansa me re axivî û got: “Beriya ku li Şengalê hemle were destpêkirin li ser daxwaza dayikan me dest bi nivîsandina nameyan kiribû. Lê me xwest em vê pêngavê li her devera Şengalê belav bikin. Ji bo wê ev du meh in ku gund bi gund navçe bi navçe jinên Şengalê nameyan ji Rêber Apo re dinivîsînin. Ev pêngaveke pir bi nirx e em jî dixwazin tişta ji me tê xwestin ji bo jinên Şengalê bikin.”

‘Wê ev name bigihîjin Rêber Apo’

Rîham Hico bi van hevokan dest bi nirxandinên xwe kir: “Rêveberiya xweser a Şengalê Hemleya ‘Ji Rêber Apo re azadî ji Şengalê re xweserî’ dabû despêkirin weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî me jî piştevaniya vê hemleyê kir û girt ser xwe, di vê çarçoveyê de me gelek plansazî dan pêşiya xwe yek ji wan jî xebata nameyan e. Berê jî hem dayikên Şengalê, hem jî zarokan ji bo hestên xwe bi Rêber Apo re parve bikin name nivîsîbûn. Civaka Êzidî piştî fermanê Rêber Apo nas kir. Ji ber ku bi hezaran jin bi hatina şervanên Rêber Apo re rizgar bûn ji bo wê girêdaneke pir kûr û bi hêz a jinên Şengalê bi Rêber Apo re heye. Lê ji ber Rêber Apo dîlgirtî ye û ji ber tecrîdeke girankirî li ser heye tu carî jinên Êzidî nikaribûn hestên xwe ramanên xwe bi Rêber Apo re parve bikin. Bi hêviya ku wê ev name bigihîjin destên Rêber Apo jinan ev name nivîsîn. Wê tevahî têkoşîna me ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo be di heman demê de armanca me ew e ku hestên her jineke Êzidî jî bi Rêber Apo re were parvekirin. Ji bo wê ev hemle pir manîdar e.”

Wê mal bi mal li ser fikrên wî nîqaş bikin

Rîham Hico da diyarkirin ku wê xebata wan berdewam bike û wiha got: “Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo me gelek xebatên cihêreng dan pêşiya xwe. Em ê parêznameyên Rêber Apo li her gundê bixwînin û serdana her malê bikin ev xebata me jî bi navê “Serok Apo mêvanê mala we ye” wê were meşandin ji ber ku em ê bi her kesê re fikrên Rêber Apo nîqaş bikin û parve bikin. Wê kon ji bo Rêber Apo were danîn di heman demê de em ê demên pêş komxebatek jî li dar bixin. Di van xebatan de pêşengiyeke bi hêz a jinan wê çêbibe. Ji niha ve me encameke baş ji van nameyan girt. Ji ber ku jinên Şengalê bi awayeke pir bedew hestên xwe parve kirin. Nêrîn û hêviyên xwe parve kirin. Herî zêde jî di wan nameyan de me helbesta Rêber Apo ya ku ji bo Şengalê nivîsandibû dît. Her kes bi hesreta dîtina Rêber Apo ya li Şengalê têdikoşe. Di nameyan de biryardayîna têkoşînê jî pir bihêz hatiye parvekirin. Da ku tevahî mirovahî cîhana jinên ji fermanê rizgar bûne û bi saya fikrên Rêber Apo xwegihandine asta jinên têkoşer bibînin. Rîham Hico got ku ew ê van nameyan bi raya giştî re parve bikin.”

HÊVÎ EZDA

Şengal- NÛJINHA

  • 25.1. 2024
Show More
Back to top button