Qeys El Xezelî: Dewleta Tirk û PDK’ê ji bo dagirkirina Şengalê lihev kirine

Serokê Giştî yê Tevgera Esayip Ehil El Heq Qeys El Xezelî diyarkir PDK û dewleta Tirk li ser kontrolkirina Şengalê lihevkirine û dewleta Tirk dixwaze Şengalê dagir bike.

Serokê Giştî yê Tevgera Esayip Ehil El Heq Qeys El Xezelî, di daxuyaniyekê de îşaret bi peywendiya metirsîdar a di navbera PDK’ê û dewleta Tirk de kir û got: “Tirkiye û Hewlêr lihevkirine ji bo Şengalê kontrol bikin.”

El Xezelî da zanîn Şengal dikeve sêgoşeyek stratejîk û giringiyek xwe ya zêde ji bo rêya Hevrîşim heye. Xezelî got, “Ji ber vê yekê dewleta Tirk dixwaze Şengal û gelek bajarên bakurê Iraqê dagir bike.”

Her wiha destnîşankir ku yek ji armancên din ên dewleta Tirk ewe ku Kurdên Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji hevûdû qut bike.

Serokê Giştî yê Tevgera Esayip Ehil El Heq Qeys El Xezelî îşaret bi rola Mustefa Kazimî ya divê planê de kir û got: “Kazimî beşeke ji aloziyên li Şengalê, şandina artêşa Iraqê ya ji bo Şengalê hemwextê dagirkerî û êrişa Tirkiyeyê, ev yek wek yek şere lê li du eniyan tê kirine.”

Her wiha destnîşankir Kazimî dosya PKK’ê ji bo piştgiriya Tirkiye û PDK’ê bikartîne.

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button