Jinên Hesekê piştevanê berxwedanê ne

Derbarê peymanên li ser gelê me û axa Şengalê hatî erêkirin û hewil didin têxin meriyetê de jinên endamên Mala Êzidiyan a Hesekê jî nerînên xwe anîne ser ziman û gotin: “Ji derveyî hêza Êzidîxanê em tu hêzên biyanî nas nakin. Em bi jinên Şengalê rene û wan bi tenê nahêlin”

Endama mala Êzîdiyan Nalîn Reşo diyar kir ku ew li dijî van peymanên ku li ser Şengalê û gelê me pêk tên bêdeng namînin û wiha domand: “Em li dijî hemû peymanên ku li ser axa me pêk tê nerazîne û emê bêdeng nemînin. Em dixwazin hêza me ya Êzîdiyan li Şengalê cûda be û em bi xwe parastina xwe bikin. Niha jî artêşa İaraqî dixweaze têkeve Şengalê, dema DAİŞ’ê êrîşî me kir ew li kur bûn? Piştî ku Şengal azad bû ye dixweaze bi rehetî derbasî wê bibe û wê bixe bin kontrola xwe. Em jinên Êzidî ticarî vê na pejirînin û parastina xwe bi destê kesê ve bernadin. Me gelek berdêlên giran dan û me gelek şehîd danîn heya me hêza xwe ava kir. Em tu carî nahêlin hêza me xerabibe û her emê piştgiriya hêza xwe bikin û em nahelin tu kes şûna wan bigire.”

Nalîn eşkere kir ku gelê me dê dev ji parastina ax û rumeta xwe bernede û wiha berdewam kir: “Ger artêşa İraqê şengalê kontrol bike ev yek fermanek nû destnîşan dike. Heta niha jî jinên Êzîdî di destê DAİŞ’ê de ne, ger bi malbatên wan jinan mabe qebûl nakin tu kes parastina wan bike ji bilî hêza wan. Ez weke ciwaneke Êzîdî bang li hemû Êzîdiyan dikim ku bibin yek û li hember van peymanên ku li dijî me pêk tên bisekin û tu carî serê xwe ji tu kesî re netewînin.”

Mamostaya zimanê Kurdî û endama Mala Êzîdiyan a Hesekê Renda Hisên jî diyar kir ku ew dengê xwe digihîne hemû jinên Şengalê û wiha pêde çu: “Ez weke jin dengê xwe digihînim hemû jinên Şengalê, bila li ber xwe bidin, em li pişt wanin. Emê wan bi tenê nehêlin. Di nerîna min de dema artêşa İraqê derbasî Şengalê bibe mîna fermaneke nû ye. Lewma em hemû jin, mêr û zarokên Êzîdî heya dilopek xwîn di canê me de hebe em vê yekê qebûl nakin û li dijî wê emê têkoşînê bikin. Wê Şengal bi serkeve û tu carî nakeve destê biyaniyan. Fermana herî dawî pir zehmet bû û hîn jî em pê diêşin û heta em sax bin jî em ji bîr nakin. Em bi hebûna hêza xwe bawerin û dê desturê nedin ev yek bê dûbare kirin. Artêşa İraqê dixwaze Şengalê bixe, êdî Şengal nema dikeve û wê her rengîn bimîne.”

ÇAVKANÎ: JİNHA

Show More
Back to top button