Şengalî daxwaza radestkirina du DAIŞ’î yan ji polîsên Iraqê dikin

Li ser nerazîbûna civaka Êzidî du kesên tê gotin destê wan di xwîna Êzidiyan de heye ji aliyê polîsên federal ve hatin binçavkirin. Êzidiyên li ber avahiya polîsan kombûne daxwazê ji polîsên federal dikin, wan herdu kesan teslîmê asayîşa Êzîdxan û YBŞ'ê bikin.

Nerazîbûna welatiyên Şengalê ya li dijî anîna hinek malbatên destê wan di xwîna Êzîdiyan de hene û di dema fermanê de bi DAIŞ’ê re tevgeriyane berdewam dike.

Li gorî agahiyên ku peyamnêrê me ji herêmê ragihandiye, li ser nerazîbûn û gilîya Êzîdiyan du kesên hêzên Iraqê vegerandibûn Şengalê ji aliyê polîsên federal ve hatine binçavkirin. Tê gotin di nava malbatên ku Asayîşa Nîştîmanî ya Iraqê û Artêşa Iraqê vegerandine Şengalê de kesên destê wan di xwîna Êzîdiyan de heye jî hene. Li ser gilî û nerazîbûna civaka Êzidî polîsên federal du kesên ku bixwe anîbûn Şengalê bi tohmeta peywendiya bi DAIŞ’ê re binçavkirine.

Piştî binçavkirina herdu kesan, girseya nerazî li dora navenda polîsan girtin û xwestin herdu kesên têgotin destê wan di xwîna Êzîdiyan de heye, teslîmê Asayîşa Êzîdxan û YBŞ’ê (Yekîneyên Berxwedana Şengalê) bikin. Lê polîsên federal vê daxwaza civaka Êzidî red dike. Civaka Êzidî jî bi gotina, “Çima we heya niha van kesan negirtiye û ceza nekiriye? Niha jî baweriya me bi we nîne hun wan ceza bikin, divê hun wan teslîmê Asayîşa Êzîdxan û YBŞ’ê bikin” nerazîbûn nîşana polîsan didin.

Li gorî agahiyan girseya li dora navenda polîsan kom bûye hîn jî belav nebûye û di daxwaza xwede bi israrin. Dem dem ji bo belavkirina girseya nerazî polîs destwerdan li girseya gel dike û alozî rû dide.

Hêjayî bibîrxistinêye îro Hêzên Emin-El Wetenî (Asayîşa Nîştîmanî) û Artêşa Iraqê beşek malbatên ji pêkhateya Erebên Sûnene ku beriya fermanê li Şengalêbûn vegerandine Şengalê û biryare bi giştî 30 malbat vegerînin. Lê derket ku di nava wan malbatan de hinek kesên li dijî Êzidiyan di dema fermanê de alîkarî dane çeteyên DAIŞ’ê jî hene. Berê jî çend caran Iraq hewldabû van malbatan vegerînin Şengalê, lê rastî nerazîbûnên tund yên civaka Êzidî hatibûn û vegera wan hatibû rawestandin.

ROJENWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button