‘Çalakiya Kon rawestiya lê tekoşîn heya dawiyê’

Desteya Rêveber a Şengalê ragihand ku heta misogerkirina Xweseriya Şengalê û azad jiyankirina gel ew ê di nava tekoşînê de be. Desteya Rêveber a Şengalê ragihand ku ku wê nobeta ji bo piştgiriya Asayîşa Êzidî rawestînin, lê wê kon li cihê xwe bimîne

Desteya Rêveber a Şengalê encamnameya civîna xwe ya 16’ê nîsanê eşkere kir.

Encamnameya Desteya Rêveber a Şengalê wiha ye:

“Me wek Desteya  Rêveber a Şengalê  16’ê Nîsanê  civîna xwe ya asayî  lidar xist. Civîna me bi deqeyek rêzgirtina ji bo ruhê  şehîda û diyarkirina xalên civînê destpê kir.

Rojhilata Navîn di rewşeke bêistiqrar de ye, guhertinê rojane, şer û têkilî, berjewendiyê hêzên kapîtal û netew-dewletên desthiladar di aliyekî, şer li ser hesab û pilanên xwe û di aliyekî jî weke dost xwe raber dikin. Hebûna hêzên Emerîka û hevalbendên wan bi serkêşiya Emerîka di koalîsyona navneteweyî de, li kêleka wan hêzên Rusya û Îran ji aliyê din ve artêş û çeteyên dewleta Tirk a dagirker, şerê berjewendiya ne, şerê wan ne şerê  ji bo gele. Her yek ji bo mayindekirina  desthilata xwe di sedsala we re de şer dike. Guhertinên îdareya Emerîka nayê wê wateyê ku stratejiya wan hatiya guhertin,di nava vî şerî de hêza gel ne mumkine tu kes ji nedîdîve nêz bibe, yê ku wisa nêz bibe wê bikeve valatiyek mezin. Wek mînak, mirov dikare komploya  bi navê lihevkirna  dîrokî ya Bexda û PDK’ê ku bêyî îrade û şêwra civaka Êzidiya bû,  ji ber helwesta civakê jî pir zelal bû, bi tu awayî civaka me qebul nekir. Gelê Êzidî ev yek da îspatkirin, her kes divê fam bike ku ti hêz ji hêza gel mezintir nine. Pêvajoya derbasbûyî tehdîd û gefên li ser destkeftiyên  gelê me yê Êzidî bi berxwedaniyeke mezin hat pêşwazîkirin. Di serî de banga oldarên me meş û mitîngê gel, meclis û saziyê me û serokeşîrên me û ereb û hêza me ya leşkerî her kes bi sekneke berxwedêr tevgeriya. Em vê sekna yek helwest pîroz dikin û wek bingehê tifaqa civaka xwe dinirxînin. Li ku derê kengê û çawa gef li ser civaka me hebin wê helwesyê me jî di eynî astê de û bilindtir be, em civaka xwe bê pişt û parastin ji tu alî re nahêlin.

Konê berxwedanê yê li ber Asayşa Êzîdxan ev 138 rojin didome. Di serî de dayîk û ciwaman û gelê me kedek mezin da.  Ev pêvajo hinekî biaram bûye, lê bi dawî nebûye. Em ê nobeta li ber Asayîşa Êzidxanê bidin rawestandin, lê wê kon li cihê xwe bimîne, dema were xwestin em ê dîsan nobeta xwe berdewam bikin. Sekinadina wê  nobetê nayê wê watê ku gelê me wê dest ji destkeftiyên xwe û têkoşîna xwe ya ji bo xweseriya Şengalê berde.   Heta misogerkrina Xweseriya Şengalê û azad jiyankirina gelê me, emê di nava têkoşînê debin.”

Show More
Back to top button