‘Babê Şêx dixwaze Êzidî vegerin ser axa xwe’ 

Rêberê Ruhanî yê civaka Êzidî Şêx İlyas Nasir di çarçoveya bernameya xwe ya serdana Şengalê de dûh çû bajarokê Til İzer kir. Qeymeqamê Şengalê Fehed Hamîd ku 4 rojin bi Babê Şêx re li Şengalê digere, got; “Hemû Êzidî bi hatina Babê Şêx ya ji bo Şengalê kêfxweşin. Babê Şêx dixwaze Êzidî vegerin ser axa xwe.”

Babê Şêx İlyas Nasir piştî wefata Babê Şêx Xirto Hecî İsmaîl di 14’ê Mijdara 2020’an de wekî Rêberê Ruhanî hatibu hilbijartin. Babê Şêx İlyas Nasir piştî bû Babê Şêx cara yekeme serdana Şengalê dike.

Babê Şêx İlyas Nasîr di çarçoveya bernameya xwe de serdana bajarokê Til Izerê kir. Babê Şêx di nava xelkê de geriya û guhdarî wa kir.

Qeymeqamê Şengalê Fehed Hamid ev çar rojin bi Babê Şêx re digere, derbarê hatina Babê Şêx de ji ajansa mer e axivî.

‘Êzidî bi hatina Babê Şêx kêfxweşin’

Fehed Hamid destpêkê behsa girîngiya hatina Babê Şêx ya ji bo Şengalê kir û got; “7 sal bi ser fermanê re derbas bû, beriya fermanê û heya niha kesayetek weke Babê Şêx nehatibû Şengalê. Hatina Babê Şêx xêre û karek girînge. Hemû Êzidî bi hatina Babê Şêx ya ji bo Şengalê kêfxweşin. Babê Şêx bê ku ferqek bixe nava Êzidiyan, hemû Êzidiyan weke zarokên xwe dibîne. Êzidî hatina Babê Şêx weke çêbûna tifaqek baş di nava civaka Êzidî dibînin. Mafê Êzidiyan li Babê Şêx heye û yê Babê Şêx jî li Êzidiyan heye. Armanca Babê Şêx vegera Êzidiyan ya li ser axa xwe ne.”

Qeymeqamê Şengalê Fehed Hamid dawiya axaftina xwe de got; “Me xwes li ser cihê Êzidî hatine qetilkirin, silavgehên ji bo bîranîna şehîdan bêne çêkirin. Serdana Babê Şêx ya li Şengalê hîn dewam dike. Babê Şêx serdana malbata fermandarê YBŞ’ê şehîd Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa xwedêda jî kir. Em hemû bi hatina Babê Şêx ya ji bo Şengalê kêfxweşin.”

ROJNEWS-ŞENGAL ADAR AVESTA

Show More
Back to top button