Şervanê YBŞ’ ê Şingal Qiranî bi merasîmekî hate oxir kirin  

Şervanê YBŞ’ê Şingal Qiranî ku di encama qezayekî de şehîdbû, li Şengalê bi merasîmeke leşkerî hate oxirkirin

https://www.youtube.com/watch?v=JqlqWAH2H0k

Şervanê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Şingal Qiranî ku di encama qezayekî de birîndarbû û paşê li nexweşxaneyê dihate dermankirin, şehîdbû. Şingal Qiranî îro li şehîdgeha ‘şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş’ ya çiyayê Şengalê, bi amadebûna şervanên YBŞ-YJŞ, malbat, gelê Şengalê, bi merasîmekî leşkerî, hate oxir kirin.

Li ser navê fermandariya YBŞ’ê Zekî Şingalî di merasîmê de axaftinek kir û got: “Hevreyê me Şingal hertim bi erk û berpirsyarên xwe rabû  û bi vê berpirsyariyê tevlî nava refê Yekîneyên Berxwedana Şingalê bû. Her tevlîbûnên ciwanên Êzidî di xeta şehîd Mam Zekî û şehîd Zerdeşt de pîroz e.”

Fermandarê YBŞ’ê dazanîn Şingal Qiranî yek ji ciwanên Êzidî bû ku li hember fermana 74’an rabû û bi tevlîbûna xwe bersiv da.

Her wiha diyar kir, erka şervanên YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanêye ku di xeta şehîdan de bimeşin û xeta wan biparêzin.

Şervanên YBŞ-YJŞ’ê sonda şopandina rêya şehîdan dan û merasîm bi tililiyên dayîkan bi dawîbû.

ROJNEWS/HEJAR AVESTA

Show More
Back to top button