TAJÊ êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê şermezar kir

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî êrîşên dewleta Tirk yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got: “Êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê û Şengalê bi heman armancê tên kirin. Divê were zanîn em li gel gelê Rojavayê Kurdistanê ne û me çawa bihevre li dijî DAIŞ’ê şer kiribe, emê li dijî dewleta Tirk jî li berxwe bidin.”

Li ser êrîşên dewleta Tirk ên dagirker yên bi hevkariya hêzên herêmî yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de li gel şermezar kirina êrîşan, piştgirî ji bo Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate ragihandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, êrîşên di van demên dawiyê de li dijî Rojavayê Kurdistanê û li dijî Şengalê bi heman armancê tên kirin. Her wiha hate gotin, Şengal û Rojava çawa li dijî DAIŞ’ê li berxweda bin wê li dijî dewleta Tirk jî liberxwe bidin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye;

“Dewleta Tirk ya dagirker di van demên dawiyê de erîşên xwe li ser Rojavayê Kurdistanê û Şengalê zêde kiriye û rojane komkujiyan pêk tîne. Erîşên dewleta Tirk ya dagirker li ser Rojavayê Kurdistanê ji erîşên ser civaka Êzidî li Şengalê ne cudane û bi yek armancê tên kirin.

‘Dewleta Tirk temamkarê projeya DAIŞ’ê ye’

Di pêvajoya erîşên DAIŞÊ yên li  Surî û Iraq de Kobanê û Şengal bune keleha berxwedanê û cara yekê DAIŞ li Kobanê û Şengalê têk çû. Di wê demê de bi hezaran ciwanên Kurd ji çar parçay’ên Kurdistanê berê xwe dan Kobanê û tevlî berxwedana li dijî DAIŞ’ê bûn. Dewleta Tirk tamamkarê projeya DAIŞ’ê ya li Surî û Îraqê ye. Ya ku li beramber projeya DAIŞ’ê bu asteng berxwedana mezin ya Kobanê û Şengalê bu. Di encamê berxwedana dîrokî ya şervanên azadiyê li  Şengal û Kobanê de DAIŞ cara yekê  bin ket. Dewleta Tirk ya dagirker bi tu awayî têkçûna DAIŞ tehemmul nake, ji bo vêya van êrîşa pêk tîne. Piştî tunebuna DAIŞ aliyê fîzîkî de Dewleta Tirk Efrîn, Serêkanî û Girê Sipî dagir kir û sedan kiryarên derveyî axlaqê mirovahî pêk tîne.

‘Dixwazin civakê di şexsê ciwanan de têk bibin’

Bi taybetî erîşa herî dawî ya balafirên bê mîrov yê Dewleta Tirk li ser komek ciwanên şoreşger, armanc ewe ku civakê di şexsê ciwanan de têk bibe. Ji ber ku bi hêz û enerjîya ciwanan civak xwe li ser lingan digre .

‘Em bêdengiya li beramber êrîşan şermezar dikin’

Em weke Tevgera Azadîya Jinên Êzidî ( TAJÊ ) erîşa balafirên bê mirov  yên dewleta Tirk ya dagirker li ser ciwanên şoreşger yê Kobanê û bêdengîya heyî li beramberî van erîşan  bi tundî şermezar dikin. Em sersaxî ji  malbatên şehîdên ku di encama erîşa hovane ya dewleta Tirk ya dagirker de li Kobanê şehîd bune re dixwazin û dibêjin bila serê gelê me yê Rojavayê Kurdistanê û Rêber APO saxbe. Her weha şifaya lezgîn ji birîndar re dixwazin.

‘Me çawa li hember DAIŞ’ê li berxwedabe emê bihevre li dijî dewlet aTirk jî li berxwe bidin’

Çawa ku me li beramberî DAIŞ li berxweda emê bi hevre li beramberî erîşên hovane yên dewleta Tirk jî li berxwe bidin. Em weke civaka Êzidî bi teybet jinên Êzidî heya dawiyê li pişta gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê ne, emê ji bona azadiya xwe heya dawî têbikoşin.”

ROJNEWS-AJANS

Show More
Back to top button