Ji bo piştgiriya Asayîşa Êzidxanê şahiyek hat lidarxistin  

Navenda Çand û Huner a Şengalê ji bo piştgiriya hêzên Asayîşa Êzîdxanê li nahya Sinunê şahiyek lidarxist.

Duh di saetên êvarê de li nahya Sinûnê ji bo piştgiriya hêzên Asayişa Êzîdxanê Navenda Çand û Huner a Şengalê li navenda Asayişê şahiyek biçûk lidarxist. Di pîrozbahiyê de endamên Yekîtiyên Ciwanên Êzîdxanê jî amedebûn.

Wek tê zanîn 2’yê meha Gulanê artêşa hikumeta Kazimî êrîş birîbû ser avahiyên Asayîşa Êzîdxanê ya Dugir û nahya Sinunê û xwestîbû ji cihên xwe derkevin. Heta roja îro jî zextên artêşa hikûmeta Kazimî a li ser hêzen Asayîşa Êzîdxanê didome.

Yek ji endamên Navenda Çand û Huner a Şengalê Himêdî Sileman derbarê şahiyê de got: “Bi hatina artêşê dilê gel û Asayîşa me nexweş kirîbû. Me jî xwest bi vê şahiyê him piştgiriya xwe ji bo Asayîşa Êzîdxanê bidin diyarkirin him jî dilê hêzên xwe û gelê xwe xweş bikin.”

Şengal

Show More
Back to top button