‘Em ê ti carî xiyanetê ji bîr nekin’

Di salvegera destwerdan û êrişa li ser navçeya Xanesorê ku 3'ê Adara 2017'an çekdarên PDK'ê yên ku navê 'pêşmergeyên roj' li xwe kiribûn, êriş birin ser Xanesorê û 10 Şengalî şehîd xistibûn, xelkê me dakete qadan

FOTO: ROJNEWS Û ANF

Di salvegera 4’an a êrişa li ser Xanesorê de xelkê me bi rengekî girseyî meşiya û peyam dan ku wê ti carî xiyanetê ji bîr nekin.

Girseya gel ku li navenda Xanesorê li hev civiyan, bi pankart, wêneyên şehîdan û dirûşmên “Bimire xiyanet” ber bi devera ku çekdarên PDK’ê êriş kiribûn, meşiyane.

Piştî meşê, mîtîngek hate lidarxistin û bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Mamoste Merwan Êzidî daxuyanî da. Di destpêka daxuyaniyê de di şexsê şehîdên Xanesorê de tevahiya şehîdên azadiyê û şehîdên 73 fermanan hate bîranîn.

Di daxuyaniyê de fermanên ku heta niha li civaka Êzidî hatine rakirin hatin bibîrxistin. Di daxwuyaniyê de wiha hate gotin, “Piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an û komkujiya ku hate kirin, bi naskirina fikir û felsefeya Rêber Apo civaka me li her qadê xwe bi rêxistin kir, bû xwedî hêza xweparastinê û îradeyê.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku neyaran nekarîn xwe li vê îradeyê rabigirin, lewma di 3’ê Adara 2017’an de hêzên ku ji Şengalê reviyabûn û xiyanet li civaka me kirîbûn, bi alîkariya MÎT a dewleta Tİrk xwestin îradeya civaka me ji holê rakin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev êriş dewama planên DAÎŞ’ê bû, lê belê keç û xortên me bi bîr û baweriya Êzdiyatiyê û felsefeya Rêberê Gelên Bindest Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kirin, li ber vê yekê rabûn û nehiştin ku neyar bigihêjin armanca xwe.

Di mîtînê de her wiha nûnerên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) û Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê axivîn.

Nûnera TAJÊ Pakîze Celal êrişa 3’ê Adarê weke “Xiyaneta PDK’ê ya li civaka Êzidî” pênase kir û diyar kir ku di encama vê êrişê de 10 zarokên vê xakê şehîd bûne.

Pakîze Celal diyar kir ku wê ti carî xiyanetê ji bîr nekin û daxwazên zarokên xwe teqez pêk bînin û Şengaleke azad biafirînin.

Piştî axaftinan ji bo bîranîna 10 şehîdên Êzidxanê, li cihê ku êriş hatibû kirin û lê şehîd ketibûn, 10 şitlên daran ji aliyê dayikan ve hatin çandin.

ÇAVKANÎ: EVÎN ZENDA-VIYAN SEÎD-ŞENGAL-ANF

Show More
Back to top button