Ji Dadgeha Federal têkildarî hilbijartinên Parlamentoya Herêmê biryarên nû

Dadgeha Federal ya Iraqê da zanîn ku dadgeha wan li gor fermaneke dewletê biryara cîbicîkirina benda duyemîn ya madeya 2 ya sîstema tomarkirin û erêkirina lîsteyên namzetan bo hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya hejmar 6 ya sala 2024’ê rawestandiye û ev mijare wê rawestandiyî bimîne ta ku doza Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya demborî bi encam dibe.

Dadgeha Federal ya Iraqê têkildarî hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê çend biryarên nû dan û bi daxuyaniyekê weşand.

Dadgeha Federal eşkere kir ku dadgeha wan li gor fermaneke dewletê biryara cîbicîkirina benda duyemîn ya madeya 2 ya sîstema tomarkirin û erêkirina lîsteyên namzetan bo hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê ya hejmar 6 ya sala 2024’ê rawestandiye û ev mijare wê rawestandiyî bimîne ta ku doza Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya demborî bi encam dibe.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku hinceta giliya Mesrûr Barzanî ewe ku Komîsyona Hilbijartinan ya Iraqê çar (bazinên) herêmên hilbijartinê li ser bingehê hejmara hilbijêran diyar kiriye ne ku li gor hejmara rûniştvanan.

Hêjayî gotinê ye ku piştî windabûna kursiyên kota yên pêkhateyan, ev zêdetirî du mehane PDKê hewlên xwe yên ji bo paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê zêdetirî kiriye. Di hewldana xwe ya dawî de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî ku li Bexda bi aliyên siyasî yên Iraqî re hevdîtin kir, hewara xwe biriye Îranê ku armanca sereke jî ji vê serdanê paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ye.

Show More
Back to top button