Şengalî şehîdên xwe bi karwaneke bi heybet berbi şehîdgehê ve birêxist
Fermandarê YBŞ’ê Azad Êzdîn û Enwer Tolhildan ku di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîdbûn, bi karwaneke girseyî berbi şehîdgeha Ş. Dilgeş û şehîd Berxwedan ve birêketin. Piştî şehîdgihîştin şehîdgehê wê bi merasîmeke girseyî ya bi heybet werin oxirkirin.
Duh piştî nîvro balafira bêmirov a artêşa Tirk ya dagirker li Geliyê Şilo 2 wesayîtên hêzên parastina Şengalê kirin hedef. Di encama êrîşê fermandarekî YBŞ’ê Azad Êzdîn û şervanê YBŞ’ê Enwer Tolhildan şehîdbûn.
Îro di saetên zû yên sibehê de piştî cenaze ji nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê hatin girtin, wecîbeyên olî hatin pêkanîn. Tevî hewldanên astengkirinê yên artêşa Iraqê jî gelê Şengalê li dora şehîdên xwe kombûn û nerazîbûnên tund nîşandan.
Piştî wecîbeyên olî cenaze berbi şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Berxwedan ve bi karwaneke girseyî ya wesayîtan hate şandin. Karwanê şehîdan ku hîn di rêdeye, piştî ku gihîşt şehîdgehê wê bi merasîmeke leşkerî werin oxirkirin.
ROJNEWS-ŞENGAL