Şehîdên Meha Gulanê li Şengalê hatin bîranîn: Em bi saya wan li ser axa xwe dijîn

Di dîroka gelê Kurd de meha Gulanê weke meha şehîdan tê qebûlkirin û pêşwazîkirin. Bi taybet şehadeta yek ji damezrênerê PKK’ê Heqî Karer di 18’yê Gulanê de û bi sedan şehîdên din, hiştiye ku ev weke meha şehîdan were pênasekirin.

18’ê Gulanê Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê û Meclîsa Gel a Digûrê ji bo şehîdên meha Gulanê li meclîsa gel civîneke bîranînê lidarxistin.

Civîn bi deqîqeyek rêzgirtin ji hemû şehîdên meha Gulanê û şehîdên Şengalê re destpê kir. Bi navê meclîsê Endamê Meclîsa Digûrê Rîhan Xidir axivî û diyar kir civaka Êzidî yek ji wan civakaye ku di dîrokê de timî ji bo parastina nirxên xwe şehîd daye û got: “Dema DAIŞ 2014’an êrîşê me kir, Tevgera Azadiyê ji bo parastina axa me gelek şehîd da. Îro bi saya wan şehîdan dikarin, dikarin bi azadî û aramî li ser xwe bijîn.”

Li ser heman mijarê Endamê Meclîsa Digurê Xêrî Casim ji ajansa me re axivî û diyar kir, nûnerê sazî û rêxistinên li Digûrê ji bo bîranîna şehîdan hatin bahev û got: “Divê gelê me bizane, em ji saya şehîdan îro li ser axa xwe dijîn. Bîranîna şehîdan erka li ser milê me tevane. Şehîdên Meha Gulanê pêşengên vê şoreşa gelên bindeste ku dikarin niha xwe bixwe birêve bibin.”

Endamê Meclîsa Digurê Mam Nasir jî şehîdên meha Gulanê bibîranî û wiha axivî: “Mafê her kesekê heye parastina ax, welat û netewa xwe bike.  Dema kesek li ber welatê xwe canê xwe bide, ew dibe şehîd.  Gelê Kurd jî di dîrokê de gelek pêşengên hêja li ber vê axê de feda kirine. Em wek civaka Êzidî jî bi saya pêşengên ku di meha gulanê de canê xwe dane û tevahiya Şehîdên tevgera azadiyê, bûne xwedî hêz û îrade.”

Show More
Back to top button