Jinên ciwan ên Êzidî û Başûrê Kurdistanê panelek hevpar lidarxistin

Yekîtiya Jinên Ciwan yên Şegalê û Jinên Ciwan ên Têkoşer yên Başûrê Kurdistanê li Şengalê panêlek hevpar bi dirûşmeya, ‘Jin Jiyan Azadî, azad bike Rêbertî’ lidarxistin. Di panelê de azadiya fizîkî ya Rêber Apo, rewşa jinên ciwan û çend mijarên din guftûgo hate kirin.

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê di çarçoveya pêngava, ‘Jin Jiyan Azadî, serbixe azadî’ de li Şengalê bi hevpariya li gel Jinên Ciwan ên Têkoşer yên Başûrê Kurdistanê bi dirûşmeya, ‘Jin Jiyan Azadî, Azad bike Rêbertî’ panelek rêxistin kir. Di panelê de sînevîzyon li ser têkoşîna Rêber Apo hate temaşekirin û semînerek li ser mijarê hate dayîn. Her wiha li ser nasnameya jinên ciwan jî semîner hate dayîn.

‘Yên Rêber Apo nas dikin dikarin li ser lingê xwe bisekinin’

Endama Komîteya Diplomasiya Jinên Êzidî Ferîde Şangalî behsa têkoşîna jinan kir û wiha got: “Mirovên ku fikrên Serok Apo nas kiribin dikarin li ser lingên xwe rawestin. Tecrîdekî giran li ser Serok Apo heye nahêlin em agahî jê bigrin. Tirsa wan ji fikrên azad heye. Erka me ew e weke jinên ciwan em pêşengiya azadiya fizîkî ya Serok Apo bikin.”

Pêşketina jinên Êzidî ji saya fikrê Rêber Apo ye’

Ferîde Şengalî di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku ew bi fikrê Rêberê Gelê Kurd xwe perwerde dikin û pêşengiyê dikin û wiha got: “Serok dibêje baweriya min bi fikir û hêza jina azad û rast heye. Divê em bibin ew jina ku Serok behs dike. Gelek nirxandinên Serok Apo yên li Îmraliyê li ser jina Êzidî hene. Em hemû dizanin ku îro gava ku jinên Êzidî davêjin û pêşengiyê dikin, bi fikirên Serok Apo ne. Em jî wê bibin hêz û bersiv ji Serok Apo re. Bi hezaran gerîlayên jin ked dan û şehîd ketin, hemû ji bo avakirina jiyana azad û bi aram e.”

Jinên li kampên Başûr dimînin rewşa wan xira be’

Ferîde di dawiyê de da zanîn ku li dervî welat pişaftin heye û divê jin li dijî wê bibin hêz û wiha got: “Îro TAJÊ deng û rengê hemû jinan e. Cihê hêvî û baweriya hemû jinên Êzidî ye. Ew jî bi fikrên Serok Apo ye. Serok dibêje hûn biçin ku derê jî çand û baweriya xwe biparêzin. Lê mixabin îro em dibînin ku kesekî derveyî welat nizane ziman û çanda xwe. Li kampên Başûr dimînin rewşa wan jî pir xirab e, li wir çand û baweriya me têk diçe. Bi riya medyaya dîjîtal jinan ber bi riyên xirab û xeter ve dibin. Divê îro em bibin deng û rengê hemû jinan, em bibin hêz ji wan re. Em jinên ciwan cihê hêvî û baweriya civakê ne.”

Jinên ciwan pêşengên civakê ne

Endama Jinên Ciwan Emîra Zozan jî li ser nasnameya jinan axivî û got: “Jinên ciwan xwedî du nasname ne, jinên ciwan û jin. Em weke jinên ciwan pêşengên civakê ne. Divê em têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin ku li hemberî şerê taybet bisekinin. Li kampan zilim li jinên ciwan tê kirin. Pêwîste em bibin hêz û li hemberî wê zilmê bisekinin. Ji ber ku em xwediyên fikir û felsefeya azad in. Em pêşeng in. Divê jinên Êzidî fermanê ji bîr nekin. Ji ber ku yên di fermanê de hat kirîn û firotin jinên ciwan bûn, yên êş kişandin jî jinên ciwan bûn yên ku wê tolê rakin jî jinên ciwan in. Jin wê xwe birêxistin bikin, perwerde bikin û bibin xwedî zanebûneke mezin.”

Di panêlê de semînerên li ser bandora fikrê Rêber Apo li ser jinên ciwan û rewşa jinên ciwan hate destgirtin. Di panela rojek dirêj kir de bi taybet îşaret bi girîngiya bilindkirina têkoşîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo hate kirin û berpirsyariyên ciwanan ên di pêşvebirina pêngava azadiya fizîkî ya Rêber Apo de hate bibîrxistin.

Danê berê nîvro Ferîde Şengalî û Emîra Zozan semîner dan, di rûniştina piştî nîvro de jî Hilwa Feqîr li ser navê Meclîsa Şengalê semînerek li ser azadiya fizîkî ya Rêber Apo û rola jinên Êzidî da.

Endama Meclîsa Şengalê Hilwa Feqîr semînera pêngava azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan da û wiha axivî: “Serok APO ji zarokatiya xwe de zêhniyeta ku civakê birêve dibe û zilmê lê dike dît û li hemberî wê jî şer kir. Koletiya jin qebûl nekir û li hemberî wê serî rakir, ta ku tekoşîn û berxwedaniya Serok heta roja îroj hat.  Serok li hemberî hemû tunebûn û zilmê sekinî. Her kesekî ku fikrê serok nas kir li hemberî dewleta desthilatdar ya Tirk serî rakirin û bûn hêz.”

Li ser navê Jinên ciwan ên Tekoşer yên Başûrê Kurdistanê Şatû Mihemed jî axaftin kir û got: “Di nava civaka me de pir guhertin çêbûn.  Xwestin bi rêya ziman, çand û gelek şêweyên cuda me têk bibin. Dixwazin bi rêya medya mecazî ciwanan tine bikin. Lê rêya azadî û xweparastinê me bi fikrê serok APO nas kir. Me fam kir ku tenê bi rêya jiyana netewa demokratîk em karin jiyanek aram ava bikin û xwe ji hemû ferman û tunebûnê biparêzin.”

Endama Fermandariya Şengalê Jiyanda Êzîdxan jî di panêlê de axivî û balkêşa li ser van xalan:”Îro ger ku em weke jinên ciwan kom bûne û tecrîda li ser Serok dinirxînin, paneleke ew qas bihêz em lidar dixin ev nîşaneya hêza me ye û gav avêtina me jina ye. Ger ku berê hêzeke me weke YJŞ yan yekîtiya me ciwanan heba wê tucarî ferman nehata serê civaka me. Fermana ku me jiyan kir em tu carî jibîr nakin. Îro her ciwanekî ku livir rûniştiye xwedî nerîn û fikrekê ye ji bo Serok Apo. Ev fikrandinekî pîroze.”

Jiyanda di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku tekoşîna Îmraliyê ji ya civakê ne qute û wiha got: “Tecrîda ku li ser serok Apo tê meşandin, îro li ser me jî tê meşandin. Tişta ku li wir tê jiyan kirin ne kême û em jê ne dûrin. Armanca dagirkeran ewe ku Serok Apo ji me dûr bixin. Lê wê tucarî negihîje armanca xwe. Serok Apo li Îmraliyê tekoşîn dike em jî li vir bi wî fikirî tekoşîn dikin.”

Endama Yekîtiya Jinên Şengalê Hela Şengalî axîvî û da zanîn ewê ji bo azadiya fîzîkî Abdullah Ocalan tekoşîn bikin û wiha got: “Îro ev kombûna me bi fikirê serok Apo ye, em çi jî bikin ji bo serok Apo kême. Emê xwe perwerde bikin û xwe birêxistin bikin û hemû jinên ciwan jî bixwe re ber bi pêşve bibin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Serok Apo emê tekoşîn bikin. Ta ku em Serok Apo li Şengalê di nava xwe de bibînin.”

Endama Koordînasyona Jinên Ciwan ya Şengalê Evesta Şengalî di dawiya panêlê de axivî û wiha got: “Armanca me ya sereke ji vê panêlê azadiya fîzîkî ya serok Apo ye. Tevî hemû şerê taybet jî jinên ciwan liber xwe didin û tekoşîna azadiyê dikin. Armanca serok Apo jin bibe xwedî îrade û hêz, Serok Apo rêyeke azad da jinê. Em dikarin bi vî fikrê û bi vê rêyê de biçin û jiyana azad bijîn. Serok Apo hemû tişt da me, divê em jî bi erkê xwe rabin.”

Panel bi dirûşmên `Bê serok jiyan nabe` û `Jin Jiyan Azadî` bi dawî bû.

Show More
Back to top button