Hozan Mizgîn li Şengalê hate bîranîn
Hozan Mizgîn li navenda Stiya Nexşa ya Şengalê bi gotina stranên wê û stranên li ser wê, hate bîranîn.
Şoreşgera Kurd Hozan Mizgîn di 32’emîn salvegera şahadeta xwede li gelek deverên Kurdistanê bi çalakiyên hunerî tê bîranîn.
Hozan Mizgîn cara yekem li Şengalê ji aliyê jinên Êzidî ve hate bîranîn. Navenda Çand û Hunerê ya Jinên Êzidî, ‘Stiya Nexşa’ Hozan Mizgîn bibîranî.
Endamên navenda Stiya Nexşa stranên li ser hozan Mizgîn hatine gotin û stranên wê ji jinan re gotin.